ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-08 09:00:00   *Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan, Siham Qeryo destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhateyan hedef digire û got: "Êrîş yekîtiya pêkhateyan hedef digire."DÎMEN HEYE   *Endama Mala Êzidî Meqbûla Nebo di derbarê êrîşan dewleta tirk û komên girêdayî wê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Erdogan bi xwe terorîst e. Tiştên li Şengalê bi serê me hatiye em naxwazin li Rojava dubare bibe. Bi berxwedana jinê em ê dawî li çeteyan bînin." DÎMEN HEYE   *Hemşîreyên Nexweşxaneya Efrînê, di derbarê hedefgirtina Rêxistina Tendirustîyê ya Bijîşkên bê Sînor a Navneteweyî  ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê de wiha got:"Em ne aîdê tu sazî û partiyên siyasî ne, em tenê ji bo parastina mafên mirovatiyê xizmetê dikin lê dîsa em ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin. Bi hedefgirtina bi vî rengî dewleta tirk û komên girêdayî wê nîşan dide ku ew li dijî hemû destkeftiyên mirovatiyê ne."DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê bi cih bûne êrîş û gefên Erdogan li ser Til Rifetê şermezarkirin û gotin: “Em welatiyên ji Efrînê koçberî Til Rifetê bûne û li wê dijîn, mixabin em dîsa ji êrşên Erdogan xilas nebûn.”DÎMEN HEYE   *Gelê Aşûrî,Suryanî, Kildanî û Ermenî ji ber komkujiyên ji aliyê Tirkiyê ve li wan hatine kirin li çar aliyên cîhanê belav bûne. Endama Meclisa Gel a Aşûriyên Til Temirê Sîlda Sîmon got:"Armanca êrîşên dewleta tirk nûkirina komkujiya Sêfo, Sêmêlê û Xabûrê ne."     *Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê rê nadin çareserkirina pirsgirêka avê û got: "Êrîşên dewleta tirk bû sedema kirîza avê."DÎMEN HEYE   *Bikaranîna çekên kîmyewî li hember mirova û xwezayê sûcekî mezin e. Hem di aliyê tendirustî û ekolojiyê de jî sûcên mezin bi xwe re diafirîne. Dibe sedemê tahrîbatên mezin û mayînde.DÎMEN HEYE   *Jinên Silopiyê derbarê komkujî û tundiya ku li dijî jinê pêk tê axivîn û gotin ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên îktîdarê kûtina jinan û tundiya li ser wan roj bi roj zêdetir dibe. Jinan wiha got: "Divê em bibin yek û rabin ser piyan." BI DÎMEN   *Hevberdevka HDK'ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîz, koçberî û newekheviyê jî bixwe re tîne û da zanîn ku ji vê tezkereya şer ku hat erêkirin 4 partî berpirsin. Ayşeyê her wiha da zanîn ku der barê êrîş û encamên wê de wek HDP’ê sempozyumek ji 2 rojan pêk tê amade kirine. BI DÎMEN   *Ji ber 6 sal û 7 meh li Hulya Usanmaz hatibû birîn, AvşînA biçûk jî ku nexweşiya wê ya hemanjîom (tumura damar) hebû 11 mehan bi dayika xwe re li girtîgehê ma û di rojên borî de bi dayika wê re hat tahliyekirin. Hulyayê da zanîn ku ji bilî wan bi sedan zarok li girtîgehê mezin dibin û got: “Girtîgeh ji bo zarokan ne cihekî azad e. Ji bo pêşeroja zarokan divê di mijara zarokên li girtîgehê hesas bê tevgerîn.” BI DÎMEN   *Endamên Meclîsa Jinan a Edenê ya HDP’ê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarê mezin yên Wan, Amed û Mêrdînê û şaredariyên din dan û gotin: “Ev êrîşek li dijî nûneriya jinan e. Wê tu car nikaribin têkoşîna mafdar a jinan biqedînin. Em di pergala hevserokatiyê de bi israr in. Em ê heta dawî xwedî lê derkevin.”   *Ji Tora Parastina Jinê Çîgdem Serîn, diyar kir ku bi armanca bertek nîşanê newekheviya zayenda civakî û kuştinên jinan bidin kampanya ‘Demildest pêşî li kuştinên jinan bigirin’ dane destpêkirin û di çarçoveya vê meş û daxuyaniyên pêk anîne bûye hinceta ceza û got: “Bi cezayan hewl didin dengê jinan bibirin. Lê dengê têkoşîna jinê nikare bê bê qutkirin.”   *Girtiyê bi navê Haşîm Gezer dema grevên birçîbûnê de surgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê hat kirin. Xwişka wê Asya Gezer axivî û diyar kir ku birayê wê saleke di hucreyê de tê girtin û got ew ji ber ewlehiya canê wî bi fikar in û divê demildest wî bigirin koguşê.   *Rişteya ku di her hatina demsala zivistanê de tê çêkirin îsal ji ber aloziya aborî wekî berê zêde nayê çêkirin. Sidika Kaya ya ku bi çêkirina rişte debara xwe dike anî ziman ku mîna her tiştekî aloziya aborî ji çêkirina rişte re jî  dibe asteng. BI DÎMEN