Meclisa Jinan a HDP'ê ya Baglarê starta 25'ê Mijdarê da 2019-11-07 16:28:11   AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi daxuyaniyekê  li Amedê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Jinan bi daxuyaniyê diyar kirin ku ew ê li dijî tacîz, tecawîz, komkujiyên jinan û êrîşên zayendî ên li dijî zarokan bêdeng nemînin.    Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Amedê, starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li  Jinê ya Naveneteweyî dan. Li avahiya HDP’ê ya Rezanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî civînê bûn.    Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz ve hat dayîn. Bi riya daxuyaniyê bal hat kişandin ser  di dîroka 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Jinan a Navneteweyî.  Fatma diyar kir ku têkoşîna jinan bi xwişkên Mîrabel dest pê kir û bi Rozayan û Sarayan bilind bû. Fatma da zanîn ku ew ê vê têkoşînê li dijî faşîzmê di vê 25’ê Mijdarê de bilindtir bikin.    'Qetilkirina jinan ji ber nêzîkatiya zayendparêz e'   Fatma, destnîşan kir ku jin dibin êrîşan de ne û wiha bilêv kir: “Li hemû qadan em dibin êrîşan dene. Cînayetên jinan bi nêzîkatiyên zayendperest, pergala darazê ya nikare edaletê pêk bîne û polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ye. Ev hemû ji heman çavkaniyê bi bandor dibin. Tenê di meha Cotmehê de 39 jin hatin kuştin. Her kes jî dizane ku cînayetên jinan polîtîkin.”    'Em ê komkujiyan rawestînin'   Fatma, da zanîn ku pergala qeyûm û polîtîkayên şer di serî de destkeftiyên jinan dikin hedef û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi dehan car êrîşî pergala me ya hevserokatiyê kirin. Bi vê armanca dikin ku têkoşîna jinan paş bixin, saziyên rêxistinkirî belav bikin, di jiyana gelemperî de jinan tasfiye bikin, jinan kontrola bikin û têkoşîna wê ya civakî asteng bikin. Ji ber vê, di dema OHAL’ê de, bi dehan komele, navend û malên stargehên jinan girtin. Bi hezaran jin ji kar derxistin.  Sûcên li dijî destnedayîna zayendî zêdebûn û ceza kêm bûn. Komkujiyên jinan gehiştin asta hovîtiyê. Em ê li dijî tacîz, tecawîz, komkujiyên jinan, îstîsmara zarokan, talana nirxên xwe yên çandî û xwezayê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin. Em ê komkujiyên jinan rawestîn in! Em ê li her qadê jiyanê bin. Em li virin, em ê neçin cihek din û em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin.”