Jin li Rihayê hatin gel hevdu 2019-11-07 16:26:44   RIHA - Aktivîstên TJA'yê li Rihayê hatin gel hevdu û gotin:"Em bi hev re li destkeftiyên xwe xwedî derkevin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) di  çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dabû destpêkirin li Bêrecûk , Girê Sor, Wêranşarê hatin gel hevdu. Jinan civîn li dar xistin. Di civînê de bi dirûşma "Em li dijî tundiya mêr û dewletê serî hildidin" şideta mêr û dewletê hat nîqaşkirin.    'Em li dijî şer, hilweşandinê û mirinê jiyanê diparêzin'   Jinên TJA'yê diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşan li wan tên kirin bêdeng nemînin û gotin ew ê li dijî şer, hilweşandin, mirinê jiyanê biparêzin.    'Hemû êrîşên li dijî jinê îdeolojîk û polîtîk e'   Jinan bi lêv kirin ku ev 5 sal in OHAL didome û wiha gotin:"Ev pêkanînên dijhiqûqî êrîşên li dijî sîstema jinê ye. Bi polîtikayên şer û qeyûman di destpêkê de jin hedef hatin girtin. Loma hemû êrîşên li dijî jinê îdeolojîk û polîtîk e. Divê em jî bi rêxistinbûyinek xurt dengê xwe bilind bikin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."   Piştî civînê broşurên mijarên wekî li dijî şidetê mirov divê çawa tev bigere, mafên jinê di nava xwe de vedihewand û ji aliyê Komisyona Mafên Jinê ya Baroya Rihayê hatibû amadekirin, hat belavkirin.