Li Qamişloyê çalakvanên konê nerazîbûnê, çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kirin 2019-11-07 15:50:26   QAMIŞLO - Çalakvanên konê nerazîbûnê yên ku li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî  ev 10 roj in di çalakiyê de ne bi meş û daxuyanî bi dawî kirin.   Konê çalekiya nerazîbûnê yê ku li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê hatibû vedan, bi dawî bû. Ew ê çalakvan li Kantona Hesekê çalakiya xwe bidomînin. Çalakiyê 10 rojan dewam kir, di nav de 3 kom ji şêniyên  penaber yên bajarê Serêkaniyê cihê xwe di nav de girtin û bi helwestên cur bi cûr nerazîbûna xwe li hember êrîşên tirkiyeyê  nîşan dan. Ji bo piştgiriya çalakiyê her roj navçeyek ji herêmê serdana çalakvanan dike û peyamên xwe ji rêxistinên mirovahî re pêşkêş dikin ku tu kes dagirkirina axê qebûl nake.   Çalakvanan di roja dawiyê de daketin qadan û meşek li dar xistin. Meş ji çerxereya şehîd Rûbar dest pê kir û bi dirûşmên "Na ji dagirkeriya tirkiyeyê re" ber bi navenda Netewên Yekbûyî ve berdewam kir û meş veguherî mîtîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê çalakvanan Endama Rêveberiya Kongreya Star a Serêkaniyê Selwa Ehmed axivî û wiha got: "Me çalakiya xwe li Qamişloyê bi dawî kir, lê em diçin Hesekê berdewam dikin. Bila tu kes nebêjê em westiyan, yan jî em ê ji rêya maf û doza xwe vegerin. Em ê li qadan bin, heta ku em bigihêjin mafê xwe û vegerin li ser axa xwe. Li ser vî esasî em serkeftinê ji tevahî gelê xwe re dixwazin."     Piştî axaftinê çalakvanan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa PYD'ê  ya Serêkaniyê Hûsên Ehmed ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Ji bo Sekretêrê Giştî  yê netewên yekbûyî  Entonyo Gotrês, em weke çalakvanên bajarê Serêkaniyê li benda bersiva we ya bi lez bûn, ji bo êş û azarên ku em dijîn. Îro em bi hemû neteweyên xwe koçber bûne û bê cih mane. Zarokên me ji jiyana aram bêpar mane. Em dixwazin ku bi awayekî lezgîn dengê me bibihîzin û rê li pêşiya komkojiyên ku derheqê me de tên kirin were girtin. Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, em di komkojiyan re derbas kirin û dinya ji xwe re temaşe dike. Daxwazên me ku mafê me were parastin û em weke mirov di welatê xwe de bijîn."   Paşê şandeyek ji çalakvanan derbasî navenda Netewên Yekbûyî bûn û belgeya daxwaziyên xwe teslîmî wan kirin.   Çalakvanên konê nerazîbûnê li dijî êrîşên dewleta tirkiyeyê,  ew ê derbasî bajarê Hesekê bibin.