Têkoşerên berxwedana rûmetê hatin oxirkirin 2019-11-07 14:30:31   QAMIŞLO - Li Kantona Qamişlo têkoşerên berxwedana rûmetê bi merasîman tên oxirkirin.   Şêniyên bajarê Qamişlo û Dêrîkê bi merasîmek girseyî têkoşerên berxwedana rûmetê oxir dikin.   Qamişlo   Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmek girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan 8 têkoşerên azadiyê yên berxwedana rûmetê oxir kirin.   Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmek girseyî 8 têkoşerên azadiyê ya berxwedana rûmetê ya Li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dane li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin. Bi sedan şêniyên Qamişlo, Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên sivîl tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.    Piştî nasnameya têkoşeran hat xwendin û radestî malbatan hat kirin. Li ser navê Kantona Qamişloyê Perwîn Yusif, li ser navê malbatên Şehîdan Rûken Bîstûsê û Welîde Îbrahîm axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan nû kirin.   Her wiha dayikên têkoşerên azadiyê zarokên xwe mîna zavayên Kurdistanê bi stran û dîlanê oxir kirin.   Dêrîk   Şêniyên bajarê Dêrikê 7 tekoşerên azadiyê bi merasîmek girseyî oxir kirin.   Şêniyên bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişloyê 7 tekoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Xebat oxir kirin.   Navên tekoşerên azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Masîr Derdo, Zau Sîng, Ronî Simko, Derwîş Gerzan, Berxwedan, Dêrsim û Keder Berxwedan.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl û li ser navê meclisa bajarê Dêrikê Şengîn Omer sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin: "Ev meheke ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dike, xwestin ku destkeftiyên ku me bi saya şehîdan bi dest xistine binpê bikin. Her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwedî derketinek ji vê berxwedanê re çêbû. Li dijî vê berxwedanê jî dijmin dek û dolaban dizivirîne. Agirbesta ku hatiye dayîn pêk nehat êrîş hîn jî didomin."    Piştî axaftinan nasnemeyên tekoşerên azadiyê hatin xwendin û bi tililî û bi dirûşma "Şehîd namirin" têkoşerên azadiyê sipartin axê.