'Êrîşên berî 25'ê Mijdarê nîşaneya polîtîkayên dijminatiya li dijî jinê ye' 2019-11-07 12:53:42   ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Enqereyê derbarê binçavkirinên 9 jinên li Mêrsîn û Enqereyê daxuyanî da. Deniz Akil a ku di civîna çapemeniyê de axivî got:"Em ê daxwaza xwe ya aştiyê israr bikin."   Do li Enqere û Mêrsînê bi hinceta faliyetên Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin, 9 jin hatibûn binçavkirin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Enqereyê têkildarî mijarê de li avahiya xwe ya li Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta "Demildest hevalên me berdin" hat vekirin û endamên Tora Parastina Jinê, Sendikaya Kedkarên Buroyê (BES), Sekreteriya Jinê, Sekretera Jinê ya DÎSK 'ê, Sekretera Jinê ya  KESK'ê, beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama HDP'ê Deniz Akil ve hat xwendin.    'Derbarê dosyayê de dozgerî agahiyê nade'   Denizê wiha got:"Êrîşên berî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, nîşaneya polîtîkayên dijminatiya li dijî jinê ye. Li dijî îradeya jinê qeyûman tayin dikin. Pergala  hevserokatiyê hedef digirin. Mafê Peymana Stenbolê û nefeqayê tê xespkirin. Derbarê dosyaya hevala me de dozgerî agahiyê nade. Ev van pêkhatinên ne baş qebûl nakin. Yên ku êrîş dikin armanca hebûna wan şer e lê ya me ne şer aştî ye. Li vî welatî xwesteka aştiyê em dizanin ku sûc e. Em ê daxwaza xwe ya aştiyê israr bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.    Jinên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ye:Derya Bakr, Newroz Kirkaya, Meryem Kiraz, Hanim Binici, Sevgi Kişin Sazan, Zozan Yeliz Yildirim, Ayşe Merva Aytemur, Nazan Okmen, Ayfer Apaydın.