'Radîo Çira Şingal dengê azadî, aştî û têkoşînê ye' 2019-11-07 09:36:55   ŞENGAL- Bi munasebeta 5'emîn salvegera damezrandina Radîo Çira Şingal, yek ji damezrîner û rêvebera Radîo Çira Şingal, Nesrî Şingalî diyar kir ku ji bo Kurdên Êzidî bikaribin bi awayekî azad dengê bidin bihîstin Radîo Çira Şingal hat damezrandin û wiha got:"Radîo Çira Şingal dengê azadî, aştî û têkoşînê ye"   Yek ji damezrîner û rêvebira Radîo Çira Şingal, Nesrîn Şingalî 5'emîn salvegera damezrandina Radîo Çira Şingal di destpêkê de li Zekî Şengalî pîroz kir û wiha got:"Em di 5'emîn salvegera damezrandina Radîo Çira Şingal de soz didin Kurdên Êzidî û şehîdên rûmetê ku em ê li ser rê rû rêbazên azadiyê ji bo pêşxistin û parastina nirxên civakî xebatên xwe berdewam bikin. "   Nesrînê bi lêv kir ku tevî hemû zextan ew dîsa jî xebatên xwe berdewam dikin û wiha got:"Ji dema damezrandina Radîo Çira Şingal heta nîha xebatkarên radyoyê her dem bi êrîşan û astengiyan rû bi rû mane. Di kar û xebatên radyoyê de jî gelek zor û zehmetî jî hatine kişandin. Ji ber ku heremê Şingalê li bin embargoya Hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de ye em wekî xebatkar bi astengiyên cur be cur rûbirû dimînin. Berî fermanê bi rehetî me nedikaribû dengê xwe bi awayekî azad bilind bikira. Lê bi avakirina radyo û televizyonê xwe niha em dikarin dengê xwe bidin bihîstin.   'Piştî fermanê gelek tişt guhert'   Nesrînê bal kişand ser fermana li ser Êzidiyan û wiha dewam kir:"Di dema fermanê de tenê hêzên Rojavayê Kurdistanê wekî YPG û YPJ û gerîllayên HPG'ê bi hawara me ve hatin. Civak jî bi alîkariya wan bi hêza fikir û felsefeya Rêberê Gelan Birêz Ebdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin û sazî, rêveberî û meclîs û akademiyên xwe ava kirin. Ji bo kar, xebat û çalakiyên ku em dikin û rêxistina xwe bidin bihîstin pêdivî ji radiyo û televizyonan hebû. Di damezrandina Radîo Çira Şingalê de heval Zekî (mamê civaka êzîdî) rolêk pir mezin lîst û her tim hewil da radîo bibê denge gel û pêşxistina çand, nasname û vîna azad ya gelê bi rêxistinbûyî. Ji bo wê jî em her tim deyîndarê xebata mamê xwe ne."   'Wekî jin me bêtir zehmetî dît'   Nesrînê bi lêv kir ku ji ber ku civak zêde hînî xebata jinê nebûbû wan gelek zehmetî dîtine û wiha pê de çû:"Ji ber ku di nav civaka me de xebat wekî şerm dihat dîtin dema jinekê karê ragihandinê dikir, ev yek ji bo jinê dibû sedema zehmetiyên mezin. Hem êrîşa dijmin hem jî zextên civakê karê jinê gelekî dijwar dikir. Niha jî dijmin ji bo xebatên ragihandinê bên rawestandin gelekî hewil didin lê em li dijî vê yekê her dem liberxwe didin. Lê em hêza xwe ji rastiya civakê didin. Em dixwazin bibin bersiva daxwazên civakê.    'Ji ber bandorek radyoyê ya erênî heye dijmin êrîş dike'   Nesrînê di heman demê de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser radyoyê û wiha bi dawî kir:"Di 25'ê Nîsana 2017'an de firokeyên dewleta tirk a dagirker Radîoya Çira Şingal kir armanca xwe û radîo bi temamî xira kir. Ev jî wê rastiyê nîşan dide ku tesîrek erênî ya Radîo Çira li ser civakê heye ji ber ku rastiyan digihîne civakê. Ji ber bandorek radyoyê ya erênî heye dijmin êrîş dike. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk a dagîrker hewl da bi êrişkirina ser radîoya me fermana ku DAÎŞ'ê dest pê kir bigihîne encamê. Em dîsa 5'emîn salvegera Radîoya Çira Şingal li Mam Zekî Şengalî, şehîdên rûmetê, malbatên şehîdan û li hemû gelê Kurd pîroz dikin."