Leyla Guven a sê demsalî li berxwe da: Birêz Ocalan tespîtên cidî kir 2019-11-07 09:18:48   Berîtan Elyakut - Rengîn Azîzoglu   AMED - Pêşenga berxwedana sê demsalî, Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, li ser serkeftina çalakiya xwe ya dawî, deklerasyona 7 xalî ya Abdullah Ocalan û êrîşên 9’ê cotmehê axivî. Leylayê wiha got: “Birêz Ocalan ji bo pêşeroja Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê tespîtên cidî kir û xalên girîng danî holê. Deklerasyona aşkera kir ne ji rêzê bû. Her xal hêjayê nirxandineke kûr e.”   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. Ji her alî ji bo çalakiyê piştgirî mezin bû. Di hevpeyvîna me ya îro ya bi Leylayê re em li ser serkeftina çalakiyê, operasyonên 9’ê cotmehê û deklerasyona 7 xalî axivîn.   *Di encama çalakiyê tecrîd hat rakirin lê îro dîsa hevdîtinên bi parêzeran re hatiye sekinandin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin, çalakiya we bi serket gelo?   Çalakiya me gihişt astek girîng. Piştî 8 salan parêzer çûn Îmraliyê. Sê girtiyên din ên Îmraliyê jî bi malbatan re hevdîtin kir. Ji ber vê destkeftiyên girîng bûn. Lê têr nake. Me xwest tecrîd bi giştî rabe. Me xwest Abdullah Ocalan bi siyasetmedar û parêzeran re hevdîtinê bike. Mafê hevdîtinê, mafê herî sereke yên girtiyan e. Lê li Birêz Ocalan ev hatibûn qedexekirin. Bi grevan re ev astengî hinek hatin rakirin lê dîsa xistin dewrê.    Sedema vê astengiyê ev e ku ger niha Birêz Ocalan biaxive wê siyaseta niha tê meşandin bê teşîrkirin. Ez di wê baweriyê de me ku demek kurt de ev qedexe rabe. Siyaseta Tirkiyeyê xitimiye. Krîza aborî heye. Sûriye ketiya nava hev. Rewşa Îranê tevlihev e. Hêvîdar im Tirkiye demek kurt de ji vê rê vegere. AKP’ê bi lîstikên qirêj êrîş li hember Kurdan û gelan pêk anî. Ez di wê baweriyê de me ku wê demek nêz de ne tenê parêzer, wê heyetên din biçin cem Birêz Ocalan û bêjin ‘em li ku mabûn, em ji wir berdewam bikin’. Ji ber ku wekî din nayê meşandin. Ger pêngavek der barê çareseriyê de tune be wê Ocalan hevdîtinê pêk neyne. Her wiha ji parêzeran jî gotibû ‘Ger heyetên ji bo çareseriyê neyên, ji bo dîtina rê û rêbaz neyên hatina we tiştekî naguhere’.   *Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil a bi parêzeran re deklerasyona 7 xalî aşkera kir. Ev deklerasyon tê çi wateyê, ji bo gelên Rojhilata Navîn çi wateya wê heye?   Armaca çalakiya me ev bû ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe. Rabûna tecrîda li ser wî, dihat wateya bidawîbûna xitimandina siyasetê, dihat wateya pêkhatina siyaseta demokratîk.Yekane çareseriya pirsgirêkan Îmralî ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe ya li ser hemû civakê radibû.    Birêz Ocalan di hevdîtina ewil de jî ya dawî de jî got ‘Ger dewlet amade be, ez jî amade me. Ez dikarim pirsgirêka Kurd di hefteyekê de çareser bikim’. Ji ber ku Birêz Ocalan hem bixwe hem bi têkoşîn û hem jî bi gelê Kurd bawer e. Dizane ku bandora wî ya li ser gelê Kurd girîng e. Perspektîfên Birêz Ocalan yên der barê pêşeroja Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê de pir xurt in. Deklerasyona ku aşkere kir jî wisa ne ji rêzê bû. Her xala wê hêjayî nirxandinek kûr bû. Birêz Ocalan 20 sal berê çi gotibû em niha hemûyî dijîn. Wekheviya gelan divê wek dirûşmeyekê nemîne. Divê hîmê îdeolojîk ya vê bê avakirin. Netewa demokratîk ya Birêz Ocalan pêşkêş dike, hemû modelên demokrasiyê yên pêk hatine li pey xwe dihêle. Netewa demokratîk hemû ziman, çand, nasnameyan dihewîne.Niha pirtûk û felsefeya Birêz Ocalan li Berlîn a Elmanyayê li konferansan tê nîqaşkirin. Ji ber vê êrîşê Rojhilata Navîn dikin û dixwazin felsefeya Birêz Ocalan bifetisînin.    Nîvê civakê jin in. Birêz Ocalan ji bo jinan felsefeyek wisa pêşniya kiriye ku, hemû tevgerên jinan, tevgerên femînîst yên cîhanê li ser vê nîqaşan dikin. Niha rastiya operasyona tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin heye. Hu vê pêvajoyê çawa dinirxînin?   *Tirkiye û Suriye cîranên hev in. Her çiqas Kurdistan li çar parçeyê hatibe veqetandin jî em Kurd in û rihê me yek e. Li ku çi bibe em heman tiştî hîs dikin. Di salvegera 9’ê cotmehê komploya navneteweyî de ev operasyon pêk hat. Bêguman ev ne tesaduf e. Dema mirov li dîrokê dinêrin, Tirkiyeyê dîrokên girîng yên ji bo Kurdan hesab kirine û di wan rojan de êrîşê xwe zêdetir dike. Ev ne tenê karê kesekî ye. Di navbera AKP-MHP’ê de du aqil hene. Ya yekem ya li ser komkujiya Kurdan tev digere ya duyem jî dibêje divê muzakere pêk bên. Ev du mêjiyên tên hember hev hene. Em hêvîdar in ku muzakere bi ser bikeve.   Wê ji êrîşên li hember Rojava dersên mezin bên derxistin. Li ber çavê hemû cîhanê gelek kesî jiyana xwe ji dest da, koçber bûn û bedena wan şewitî. Me ji hemû cîhanê re got ku ‘mijara AKP’ê ne teror e, mijar Kurd e. Me dengê xwe negîhand hemû cîhanê lê AKP’ê bi tiştên ku kir, hemû cîhan bixwe hesand.   Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya glê Kurd. Di van van êşan de wê tiştên nû derkevin holê. Bi pêşengiya jinan wê li her çar parçeyê Kurdistanê, li hemû cîhanê gelê Kurd statuyê bi dest bixe.    Ez ji bo hemû gelan, jinan û kesên di pêvajoya grevê de em tenê nehiştine, silavên xwe dişînim, spas dikim. Divê tu kes nebêje ku ev çalakî vala derketiye. Ji ber ku me ev zilm, ev tecrîd bi hemû cîhanê da hesandin. Wê têkoşîna me jî bi her awayî bidome.