'Til Temir cîhaneke rengîn e, em ê nehêlin were çewisandin' 2019-11-07 09:15:17   HESEKÊ- Jinên Aşûrî yên Navçeya Til Temirê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê dan û gotin: "Erdogan dixwaze Aşûriyên heyî jî qir bike."   Piştî ku dewleta tirk û hevkarên wê êrîşek tund birin ser  Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê, rastî berxwedanek bêhempa ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin. Di 2'yê Mijdarê de Navenda Ragihandina Hêzên QSD'ê daxuyanî da dê Meclisa Leşkerî a Suryanî erka parastina xeta çemê Xabûrê ku gundên Aşûriyan li wir hene girt ser milê xwe, da ku biparêzin. Piştî daxuyaniyê yekser Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî li gundên Aşûrî belav bûn û berê jî  Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Naturo) jî li gundan belav bûbûn û nokteyên xwe girtibûn.   Gelek malbatên Aşûrî yên ku li gundên Til Cûma, Til Tela û Til Kêfçî bicih bûbûn koçî Til Temirê bûn.   'Til Temir cîhaneke rengîn e, em ê nehêlin were çewisandin'    Cûlyêt Namo ya li kolana xwe bi cîranê xwe re nîqaş dikir ji Ajansa me re axivî û wiha got: "Til Temir taybet ji min re cîhaneke rengîn e, lê xêrnexwazan ew cîhana me gelek caran xwestin biçewisînin. Niha jî dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin xaka me biçewisînin û qirêjiya xwe lê serwer bikin, lê em ê rê nedin ku xewnê xwe pêk bînin û em ê asta berxwedana xwe bilind bikin. Ev der welatê me ye, çawa ku kal û pîrên me parastin em ê jî îro wê biparêzin. Em kolanek û rûniştineke li Til Temirê nadin bi Ewropayê."     'Dîrok bû şahidê hovetiya DAIŞ li ser gelê Aşûrî '   Renda Odîşo ya bi eslê xwe ji Til Mexas e li Til Nesrî zewiciye û ji dema êrîşa DAIŞ'ê ve li ser çemê Xabûrê li Til Temirê dijî, wiha got: "Dîroka reş roja bi xwîn û tarî ji bîra me naçe. Ew roja ku çeteyên DAIŞ'ê bi sedan ji mirovên me revandin û qetil kirin. Dîrok bû şahidê hovitiya DAIŞ'ê ku li ser gelê Aşûrî komkujiya kirin. Dewleta tirk jî dixwaze heman komkujiyê pêk bîne lê vê carê bi reng û rûyê xwe yê eşkere."   'Civaka Navneteweyî û NY jî ji komkujiyanberpirs in'   Rendayê bi lêv kir ku ma gunehê van zarok û jinan çi ye bi top û tankan tên qetilkirin û wiha dom kir: "Erdogan eşkere û li ber çavên hemû cîhanê zarok û jinên welatê me qetil dike. Ma ev çi wîjdan e? Çima wê cîhan di aramiyê de bijî û em bi şer? Çima em ê bi qetilkirin û serjêkirinê re rû bi rû bimînin? Heger tiştek ji gelê Aşûrî ango tu pêkhatiyeke din li Til Temir were civaka Navnetewyî û Netewên Yekbûyî berpirsiyar in."