'Çareseriya pirsgirêka welatê me di destê me de ye' 2019-11-07 09:06:58   Roj Hozan   QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf, derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wên yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: "Dewleta  tirk careke din bi  rûyê xwe yê  terorî  derket pêşberî cîhanê û bi hovîtiyeke mezin welatê me talan dike. Bi hincetên pir erzan komkojiyên derheqê gelê me de dike. Divê çareseriyek mayinde were dîtin."   Derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kiryarên wê yên li dijî vîn û aramiya  gelan, Endama Koordînasyona Meclîsa  Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf nirxandin kir  û got "Heta roja îro dewleta tirk kaniya xwînê nedaye sekinandin û  destdirêjiyê li dijî nirx û jiyana hemû gelan dike."   'Dewleta tirk êrîşên xerab û dijwar li ser gelan dide meşandin'   Ebîr di destpêka axaftina xwe de armanca êrîşên tun ên dewleta tirk nirxand û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker bi awayekî hovana êrîşî herêmên me dike. Bermayên DAIŞ'ê careke din kom kirine û li ser aramî û vîna gelê me şerekî bê ehlaqî dide meşandin. Dewleta tirk her dem pilanên wê li ser axa me hebûn, lê li benda fersendekê bû ku careke din rêxistina çeteyan temam bike û wan ji deverên wekî Heleb û Idlibê bînê herêmên me. Êrîşên xerab û dijwar li ser gelan hatin kirin. Dewleta  tirk careke din bi  rûyê xwe yê  terorî  derket pêşberî cîhanê û bi hovîtiyeke mezin welatê gelan talan dike. Ev ne êrîşên tesadufî ye. Ev êrîşên plankirî ye. Ev êrîşan qirkirina gelan esas digire."    'Dixwazin dijminatiyê têxe navbera gelan'    Di nava gotinên xwe de Ebîrê bal kişand li ser tehlûkeyên xerab û wiha dom kir: "Bi êrîşên dewleta tirk re tabloya nexşeya gelan a ku di herêma me de hatiye xêzkirin di nava xeteriyê de ye. Ji xwe ji destpêkê ve armancên Erdogan ew bû ku gelan bi hev bide şerkirin û gelê Sûriyeyê bi hev bide kuştin. Dixwazin dijminatiyê têxe navbera gelan. Ev tişt di siyaseta dewleta tirk de her hatiye kirin. Dîroka dewleta tirk di warê komkojî û qirkirina gelan de têr û tije ye. Dewletên navneteweyî yên ku êrêkirina biryara qirkirina gelan dan, rola xwe weke civak neleyistin û bûn şirîkê xwînrijandina bi hezaran mirovên bê sûc. Dewletên navneteweyî jî bê sekineke bi biryar, dîroka wan bi îxanetê û xwarina mafê mirov tê pênasekirin. Em dikarin bêjin her kes ji bo tunekirina mirovan di nava tevgerê de ne."    'Dewletên desthilatdar kirîn û firotina gelê me ji xwe re rewa kirine'   Ebîrê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pilanên qirêj ên dewletan li ser Rojava didomin û wiha domand: "Berî niha Efrîn jî di heman bazarê de hat firotin. Dewletên desthilatdar kirîn û firotina gelê me ji xwe re rewa kirine û di dadgeha navneteweyî de qala mafê mirov û taybetmeniyên welatan dikin. Dema ku cîhan ji bo terora DAIŞ'ê di nava tirsê de bû, gelê me û zarokên xwe di êniyên şer de li ber xwe didan û cîhan ji belayek mîna DAÎŞ'ê rizgar kir. Çima cîhan qencî û qehremaniya  mirovan ji bîr dike?Ma mafê vî gelî tune ye êdî ji şeran rehet bibe û azad bijîn. Lê xwiyaye her tim lîstikên dewletan dê li dijî gelê kurd bidome. Dewletên navneteweyî divê destê xwe deynin ser wijdanê xwe û  ji dewleta tirk hesab bipirsin."    'Dewleta tirk bi hincetên pir bi erzan derbasî herêmê dibe û dagir dike'   Ebîrê di nava nirxandinên xwe de bal dikşîne ser sekna gelê azad li hember êrîşên tirkiyeyê û wiha dewam kir:"Ger em baş li vê rewşê binêrin û şîrove bikin, mirov dibîne ku dirûtiyeke mezin heye. Şervanên QSD'ê yên ku şerê terorê dikirin, îro dewleteke weke tirkiyeyê wan teror pênasa dike. Dewletên navneteweyî yên bawerî dan vê hêzê, da ku şerê terorê bikin,  li hember vê pênaseyê bê deng in û her roj em pakrewanekî oxir dikin. Lê xwiyaye her kes ji bo para xwe ji Sûriyeyê qezenc bike, li hember tunekirina civakeke ewqas bi nirx xwe dide alî. Heta roja îro dewleta tirk kaniya xwînê nedaye sekinandin  û bi hincetên pir erzan ku tu kes êdî jê bawer nake destdirêjiyê li ser jiyana vî gelî dike. Gelê me koçber dike, da ku qaşo koçberên li tirkiyeyê li şûna wan bi cih bike. Komkojiyên derheqê gelê me de em qebûl nakin û divê çareseriyeke mayinde were dîtin."     'Divê gelên Sûriyeyê bi xwe biryara xwe bide'     Ebîrê li ser leyistokên ku li ser gelê  herêmê  çêdibin nêrîna xwe anî ziman û wiha bi lêv kir: "Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê de, ev kirîza ku çêdibe her ku diçe dijwar dibe û rewşa Sûriyeyê ber bi xerabûnê ve diçe. Mirovên ku tu eleqa wan bi şoreşê re tune ye, biryara jiyana derbarê  gelan de nîqaş dikin. Dijminên doh, dixwazin li  ser vîna vî gelî xwe bikin xwedî hêz û hebûn. Ev di nav tu civakan de nehatiye qebûlkirin. Divê ev gel biryara xwe bide û nûnerên rast yên ku gav bi gav di nava şopa vê şoreşê de bûn, temsîla wan were qebûlkirin. Leystokên piralî li ser me tên kirin û divê gelê me jê re hişyar bin."    'Çareseriya pirsgirêka welatê me di destê me de ye'   Ebîrê diyar kir ku kesên ku li vê herêmê dijîn projeyên avakirinê pêşkêş dikin û wiha dewam kir: "Heta niha tu projeyên cudakirinê ji bo Sûriyeyê nehatine pêşxistin, berovajî wê tim banga Rêveberiya Xweser yekîtiya gelan e. Di nava van êrîşan de pêwist e Rejîma Sûriyeyê pirsgirêkên hundirîn deyine alî û bêyî ku şertan li ser gelê xwe bike, sînorê dewleta xwe biparêzê. Em hemû li ser vê axê dijîn û axa me tê dagirkirin. Ji bo em dawiyê li kirîzê bînin, divê diyalogên Sûrî-Sûrî werin pêşxistin û her kes bi rola xwe rabe ji bo parastina axa xwe. Çareseriya pirsgirêka welatê me di destê me de ye."    'Jin xwedî rolek girîng e'   Ebîrê di dawiyê de bal kişand ser rola jinê ya di avakirina projeyên derbarê siberoja gelan de û wiha got: "Projeya demokrasiyê ya ku di herêmên me ava dibe, li ser esasê xeta jinê ye. Ewqas destkeftî dîsa bi mohra jinê hatin bidestxistin. Jinên herêmê bûn nimûneya  tevahî  jinên cîhanê. Jin xwedî rolek girîng e."