Hêvîn Reşîd: Destdirêjî li dijî hemû jinan tê kirin 2019-11-07 09:04:49   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Hevseroka Encumena Zagonsaz a berê ya Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd diyar kir ku destirêjiya li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destdirêjiya li dijî tevahî jinên Sûriyeyê ye û got: “Erka me ya sereke ew e ku em rêxistin û perwerdeyên xwe yên li hember zihniyeta desthiladar xurtir bikin.”   Li ser erdê Sûriyeyê alozî ev 9 sal in ve didome û ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê her diçe ev alozî kûrtir dibe. Ji ber êrîşên  dewleta tirk û komên girêdayî wê operasyonek li ser erdê Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê alozî her ku diçe kûrtir dibe. Kiryarên dijmirovahî ser jinan pêk tînin. Di derbarê vê yekê de Hevseroka Encumena Zagonsaz a berê ya Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd nirxandin kir.   ‘Aloziya Sûriyeyê hîn kûrtir dibe’   Hêvînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser aloziya Sûriyeyê û got: “Em di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Ev alozî  tê wateya şerê cîhanê yê sêyemîn. Her diçe mezintir dibe. Ji ber ku ev şer ji şerên dîtir demdirêjtir bû, li hember vî şerî berxwedanek di hundirê Rojhilata Navîn de derdikeve holê, êdî gel gihaşt astekê zor û zilmê tehemûl nakin. Dixwazin tenê jiyanek aram bijîn. Bi hinceta 'îmhakirina terorîstan' hêzên Navnetewî ketin erdê Rojhita Navîn û li gor berjewendiyên xwe tev geriyan.”   ‘Şoreşa Rojava bû sedema ronahiya siberojê’   Hêvînê bi lêv kir ku berxwedana gel her mezintir dibe û wiha dewam kir: “Li hember van êrîşan û planên dewletan yên qirêj berxweda hîn mezintir dibe. Gel îro hebûna xwe li qadan û bi çalakiyan berdewam dike. Şoreşa Rojava bû sedema ronahiya siberojê. Ev şoreş, şoreşa jin, çand û ciwanan bû. Bi taybet jin xwe di şoreşa Rojava de îsbat kirin. Her dem jin bi koletî dihat nasîn, lê em weke jin piştî şoreşa Rojav êdî em ji wê koletiyê derketin û bi hezaran jin daketin qadan û kolanan ji bo azadiyê û aşîtiyê.”   ‘Namûs û rûmet axa welat e’   Hêvînê destdirêjiya ku li ser jin û bedena wê tê kirin jî wiha anî ziman: “Di şoreşê de komên çete yên weke DAIŞ û Cebhet El Nusira lawaztiya xwe bi rêya destdirêjiya li ser jin û bedena wê derxistin derve, ji ber ku di fikirê wan de jin namûsa civakê ye, lê em weke jinên ku fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dikin tu carî peyva 'jin namûsa mêran e' qebûl nakin. Li Efrînê Barîn Kobanî, li Rojava Hevrîn Xelef û Amara Rênas bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Destdirêjiya li ser jina kurd destdirêjiya li ser tevahî jinên Sûriyê û cîhanê ne.”   ‘Erka me ew e ku rêxistin û perwerdeyên xwe xurtir bikin’   Hêvîn qala erkê li ser milê jinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke jin erka me ya sereke di şoreşa Rojava de ew e ku em rêxistina xwe xurtir bikin. Di asta perwerdekirinê û zanebûnê de em ê hîn mezin bikin, ji bo em karibin şoreşa Rojava mezintir bikin. Bangewaziya me ji hemû jinên cîhanê bi taybet jinên Sûriyeyê re ew e ku destê  xwe bidin hev, ji ber ku planên ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin tevahî gelê Sûriyeyê ji xwe re dikin hedef.”