‘Êrîşên niha berdewamiya komploya navneteweyî ye' 2019-11-07 09:03:19   Xezne Celal-Dicle Demhat   KOBANÊ - Endama Rêveberiya Komîteya Şaredariya Kantona Kobanê Meqbûle Bekî di derbarê komploya 9'ê Cotmehê 1998'an ku li ser kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane meşandin û berdewamiya wê nirxandin kir û wiha got: "Komploya 9’ê Cotmehê niha car din bi êrîşên dagrikeriyê tê dubarekirin."   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de hêzên Emerika, Israîl, Tirkiye, Rûsiya, NATO û DYA'yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dan destpêkirin. Ger ku Rêberê PKK'ê Abudallah Ocalan li Sûriyeyê bimaya tirkiye anîbû ziman ku ew ê êrîşî gel bike bi armanca ku gel zirarê nebîne Abdullah Ocalan ji navenda Sûriyeyê û Rojhilarta Navîn derket. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama lihevkirin û erêkirina 35 dewletên herêmî, cîhanî  û bi rewakirina dîlgirtina wî di 15'ê Sibata 1999'an de li Paytexta Kenyayê hat girtin û ew radestî dewleta tirk hat kirin. Komploya navneteweyî ku hemû pîvanên mirovahî, exlaqî, hiqûqî û dewletî binpê kir, ev 21 sal in didome. Di 5'ê Nîsana 2015'an de dewleta tirk tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ferz kir û hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re qedexe kir. Piştî 21 sal li ser komploya navneteweyî re derbas bû dîsa dewleta tirk û bi erêkirina dewletên navneteweyî di 9’ê Cotmeha 2019’an de weke berdewamiya komploya navneteweyî, vê carê jî bi awayekî ku hemû dewlet-netewan li hev kirin û êrîşî Bakurê Suriyeyê-Rojava kirin. Di derbarê komplo û pilanên ku niha li ser gelên herêmê tên meşandin, endama Rêveberiya Komiteya Şaredariya Kantona Kobanê Meqbûle Bekî ji ajansa me ra nirxand kir.   ‘Êrîşên heyî berdewamiyaa komploya 9’ê Cotmehê ye’   Meqbûle demboriya 9’ê Cotmehê bi bîr xist û wiha domand: “Di 1998’an de dewletên navneteweyî li ser Rêberê me Abdullah Ocalan komployek dan meşandin. Dewleta tirk tehdîd li hikumeta Sûriyeyê dikir ku yan Serokatî radest bike yan jî wê êrîşî herêma Bakurê Sûriyeyê bike. Bi armanca ku gelê herêmê zirarê nebîne, Rêber Apo biryar da ku ji axa Sûriyeyê derkeve. Dewletên navneteweyî, di serî de jî dewleta tirkiyeyê bi komplo ya ku di şexsê Rêber Apo de dabûn destpêkirin, hedef dikirin ku gelê kurd qir bikin. Komplo 15’ê Sibata 1999’an bi girtina Rêber Apo re heta astek din û hîna jî berdewam dike. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser Rêber Apo dan meşandin niha jî bi heman armancê di roja salvegera komployê de, dewleta tirk bi armanca tunekirina gelan êrîşî herêmên me yên rizgarkirî kir.”   ‘Êrîşî destkeftiyên rêveberiya xweser dike’   Meqbûleyê girêdayî pergala rêveberiya xweser jî ev tişt anî ziman: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser fikir û felsefeya Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin. Pêkhateyên herêmê sîstema netewa demokratîk ava kirin. Her pêkhateyek bi reng, çand, ziman û bi awayekî wekhev dijîn. Lê dewleta tirk ji ber netehmulkirina xwe ya li dijî vê projeyê, bi armanca tunekirina projeya netewa demokratîk û qirkirina kurdan bi komên cuda re êrîş anîn ser herêmên Bakurê Sûriyeyê. Komên weke Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û herî dawiyê jî çeteyên DAIŞ’ê, her dem bera ser serê gelê kurd kir. Li hember van çeteyan şervanên YPJ/YPG’ê û QSD’ê gel û welatên xwe parastin. Hêza YPJ/YPG’ê û QSD’ê bi berxwedana xwe li cîhanê deng vedan. Bû hêza tekane ku li hember çeteyên DAIŞ’ê li berxwe da û roj bi roj serkeftinê bi dest dixe. Hêzên koalîsyonê destek da hêza YPJ/YPG’ê û QSD’ê û bi hevdu re li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li ser tevahî cîhanê xeter bû di alî leşkerî de têk birin. Ev jî îspata parêzvaniya gelên di hindirê Sûriyeyê de dijîne.”   ‘Êrîş berdewamiya komployê ye’   Meqbûleyê wiha axaftina xwe domand: “Dewleta tirk endamê NATO’yê ye. Têkiliyên xwe yên stratejîk bi dewletên navneteweyî re xurt dikin. Mixabin dewletên navneteweyî jî li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Dewleta tirk bê destûra dewletên navneteweyî nikare fişekekê biteqîne. Ev êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê bi destê hemû dewletan pêk tê. Ev êrîş berdewamkirina komploya 9’ê Cotmeha 1998’an e. Qirkirina gelê kurd bi destê dewleta tirk tê kirin, dewletên navneteweyî dikarin van êrîşan rawestînin lê vê yekê nakin. Ji ber ku hîna berejewendiyên Emerika û Tirkiyê bi hevdu re neqediya ne. Di van êrîşan de rûyê rast ên dewletan eşker e bû. Dewleta tirk li Serêkaniyê li hember sivîlan çekên qedexekirî bi kar anî, laşê zarokên me bi fosforê şewitandin tevî vê yekê jî cîhan bê deng e.”   ‘Di rewşeke wisa de yekîtiya gelê kurd girîng e’   Meqbûleyê armanca êrîşan weke guherandina demografiya herêmê bi nav kir û wiha pê de çû: “Armanca tevahî dewletan ji vê komploya li ser gelê Bakurê Sûriyeyê guhertina demografiya herêmê û tunekirina şêniyan e. Dewleta tirk li milekî êrîşî gelê kurd dike, li milê din jî tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo dide meşandin. Gelê me yên li Kurdistanê û derveyî welat jî ji bo şikandina vê tecrîdê di nav liv û tevgerê de ne. Banga min ji dewletên navneteweyeyî re ew e ku êdî Serokê me serbest were berdan. Dema ku Rêber Apo were berdan, wê pirsgirêka kurd jî çareser bibe. Di rewşeke wisa de yekbûna gelê Kurd girîng e. Bangewaziya min ji bo hemû partiyên siyasî yên kurd ew e ku li hember van êrîşan em yekîtiya xwe ava bikin. Dema ku Kurd tevahî bibin yek, dengê xwe bikin yek û tevahî dakevin qadan em ê êrîşên dijmin têk bibin û bi ser bikevin.”