Xwendekarên Tilkoçer, Çilaxa û Amûdê li dijî êrîşan meşiyan 2019-11-06 16:49:35   QAMIŞLO - Li dijî êrîşên dewleta tirk, li seranserî bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekarên dibistanan û mamosteyên xwe li qadan bûn. Şagirtên ereb yên bajarokê Tilkoçerê, Çelaxa  û  Amûdê jî bi meşekê helwestên xwe nîşandan.   Bi pêşengiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) bi sedan şagirtên dibistanan û mamoste li dijî dagirkeriya dewleta tirk daketin qadan û helwsta xwe nîşan dan.    Xwendekarên ereb êrîş şermezar kirin    Li bajarokê Tilkoçerê yê bi ser Girikê Legê yê Kantona Qamişlo xwendekarên ereb meş li dar xistin. Meş ji destpêka bajêr hat destpêkirin û li pêşiya goristanan pakrewanan rawestiya.  Di meşê de xwendekaran helwestên xwe bi dirûşmên "Şer jiyana zarokan dike nava metirsiyê de û ciwanan ji para perwerdeyê dur dixe" hatin berzkirin. Xwndekaran banga rawestandina şer kirin.   Li Amûdê çalakî    li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê jî xwendekarên dibistanan li dijî êrîşên Tirkiyê meş pêk anîn û êrîş şermezar kirin. Meşê ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir.  Di meşê de xwendekaran berxwedana QSD'ê silav kirin û pankertên weke "Ji dagirkeriyê re na", "Ji guhertina demografiyê re na" û "Çeteyên tirkiyê me bi fosforê dikujin " hilgirtin.  Meşê heta nava bajêr dom kir û li wê bi dawî  bû.   Li bajarokê Çilaxayê meş    Li bajaroka navçeya Girkê Legê jî di pêşengiya KPC-D'ê de meşeke girseyî pêk hat. Meş ji ber peyimangeha bajêr hat destpêkirin û heta nava bajarokê dom kir, Tevahî sazî û dezgehên bajarokÊ jî tevlî bûn. Meşa xwendekarên ereb yên navçeyê, bi coşeke mezin û kelecaneke xurt pêk hat. Xwendekaran di nava meşê de hestên xwe yên li dijî êrîşan nîşandan ku ew tu kesên dagirker li ser axa xwe na xwazin.