Mamoste û xwendevanên Kantona Qamişlo daketin qadan 2019-11-06 15:42:06   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava mamoste û xwendevanên Kantona Qamişlo meşek girseyî li dar xistin.    Bi sedan mamoste û xwendevanên bajarê Qamişlo û Dêrîkê daketin qadan û li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhiyatê Sûriyeyê meşke girseyî li dar xistin, êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.    Li Qmişloyê xwendekar di pêşengiya KPC-D'ê de meşiyan   Bi pêşengtiya Komîeya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D) û bi tevlîbûna bi sedan ji xwendêkarên dibistanên perwerdeyê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rûxandina dibistanên zarokan meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de zarokan helwesta xwe bi hestên zelal nîşan dan û gotin ku ji ber êrîşan ew ji dibistanên xwe dûrketine û ji mafê xwe yê perwerdê bê para hatine hiştin.    Meş ji çerxereya Mûnîr Hebîb a taxa Xerbiyê dest pêkir û bi dirûşman ber bi navenda Netewên Yekbuyî  a taxa Siyahî ve berdewam kir û li wê veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, xwendevanan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Êvlîn Mûrad û Hêrîvan Elî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Em weke xwendevan û mamosteyên netewa demokratîk êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me weke destwerdana nirxên perwerdeya azad dibînin. Ev êrîş li hember fikir û felsefeya mirovahiyê ye, Em ji bo vê  felsefeya ku bi keda gelan hatiye hunandin dixwînin.  Em xwedî helwest , vîn û bi israrin. Ji ber ku perwerdeya me  kesayete bi exlaq avakiriye. Perwerdeya ku em di nav de ne, xwe dispêre mîrasa civakê  û em berdewamiya dîrokeke kevnarin . Em weke xwendekar ji çanda aşîtiyê ne û weke nifşên nû nûnertiya zarok û xwendekarên ku jiyana xwe di encama van êrîşan de ji dest dane dikin. Di nava vê demê de, ji ber êrîşên dewleta tirk gelek dibistan hatine rûxandin û xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar hatine hiştin û bi malbatên xwe re koçber bûne.    Ev yek qirkirineke û ji kuştinê bi bandor tir e. Çi dibe bila bibe heta ku tîpeke me jî hebe, em ê perwerdeya xwe dom bikin û rûmeta gelan biparêzin. Em ciwan pêşeroja tevahî gerdunê ne. Em dagirkeran li ser vê xakê qet naxwazin. Em dibistanên xwe vala nahêlin û ji bo çarenûsa xwe têdikoşin. Perwerdeya me nirxê mirovahiyê ye, ne ya şer û kuştinê ye. Xwn û hêviya me ew e ku,em dixwazin azad li gulîstana welata xwe bijîn. Me ne kujin."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.                   Li Dêrikê çalakî    Bi pêşengtiya Komîeya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D) de armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bi sedan mamoste û xwendevanên bajarê Dêrîkê herîkîn qadan. Meş ji peymangeha Şehîd Demhat hat destpêkirin û li dêra Maşmonî veguherî  mîtîngê. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Ji êrîşên dewleta tirk re na", "Şer rawestînin", "Em dixwazin azad bijîn" û alên QSD'ê  hatibûn hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî ji aliyê Hediye Xelîl ve hat xwendin.     Daxuyanî wiha ye:   "Em wek xwendevan û mamosteyên netewa demokratîk, êrîşên dewleta tirk wekî destwerdana nirxên perwerdeya azad dibînin. Ev êrîş, êrîşeke li hember fikir û felsefeya mirvahiyê ye. Em ji bo vê fikir û felsefeya ku bi ked û xebata hemû gelan hatiya hûnandin biparêzin xwedî helwest,vîn û bi israrin.   Perwerdeya ku em dibînin xwe dispêrê mîrasa civakê    Me kesayeteke wêrek, azad û bi axlaq ava kiriye. Ev kesayet li dijî sîstema perwerdeya ku xizmeta nîzama dewletparêz û dagirkeran dike li ber xwe daye û wê li ber xwe bide. Ji ber ku perwerdeya em di nav de ne xwe dispêre mîrasa civakan. Em berdewama dîrokekî kevnarin.   Em xwendekarên Rojava çarenûsa hemû zarokên cîhanê ne   Ev ne cara yekemîn e ku êrîşên qirkirinê bi ser me de tên û hemû êrîşên leşkerî yan jî derûnî li hember perwerdeya me hatine meşandin. Em ne tenê nûnertiya civaka xwe dikin,  em weke xwendekarên rojava çarenûsa hemû zarok û xwendekarên seranserî cîhanê ne.   Em dibistanên xwe vala nahêlînin   Em careke din aşkera dikin ku em ê dibistanên xwe vala nehêlin. Em ê bi pênûsa xwe  têbikoşin û perwerdeya me, perwerdeyeke jiyanê ye, parastina nirxên mirovahiyê ye ne ya şer û kuştinê ye. Em perwan in  li gulîstana welatê xwe dixwazin azad bifirin.”    Çalakî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.