Êrîşên AKP 'ê tirsa nava wê nîşan dide 2019-11-06 15:23:35   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê  bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 6 jinên ku li Mêrsîn û Enqereyê hatin binçavkirin da  û wiha got: “AKP ji rêxistinbûna jinan ditirse. Ew ê AKP nikaribe îradeya me desteser bike. Oprasyonên waan tirsa wan nîşan dide. ”   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê 6 jinên ku di encama oparasyonên li Enqere û Mêrsînê hatin kirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hedefnîşandana medya alîgir re Meclisa Jinan a HDP'ê û Tevgara Jinên Azad (TJA) hedef hatine nîşandan û piştî hedefnîşandanê kampanyaya reşkirinê li dijî jinan hatiye destpêkirin.    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin “Îro li Enqere û Mêrsînê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên berê yên rêxistina me ya Enqereyê Derya Bakır, Ayşe Merve, rêvebera me ya rêxistina Çankayayê Hanim Bînîcî, endama Meclîsa me ya jinan Meryem Kîraz, endama DAD’ê Sevgî Sazan Kîşîn û xebatkara KESK’ê Newroz Kirkaya hatine binçavkirin.   Beriya Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtinê ya li Dijî Şîddeta li ser Jinê ev operasyon tên kirin. Em dizanin ku desthilatdarî ji rêxistinbûn û heza jinan ditirse. Lê divê destilatdariya mêr a AKP û MHP’ê bizanibin ku em jin dest ji siyasetê bernedin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. ”