‘Em rê nadin dagirkeran’ 2019-11-06 09:44:24   Dilûcan Bozî   KOBANÊ- Jinên gundê Qeremuxê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser gund û jiyana xwe wiha şîrove kirin: "Em heta hilma xwe ya dawî li ber xwe bidin û parastina axa xwe bikin."                                                     Gundê Qeremuxê yê li Rojhilatê Kobanê dikeve û yek ji gundên li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ye. Gundên ku nêzî sînor û  dikevin ser sînor gelek caran dibin hedefa topbaranên dewleta tirk. Beriya 300 salî gundê Xerabê Nazê nêzî sînor bû, lê ji ber êrîşên tirkan gundî neçar man ji gund derkevin û gundekî din ji xwe re ava bikin û navê gund kirin Qeremux û niha li vî gundî dijîn. Di heman demê de şêniyên gundê Qeremuxê ji ber hedefgirtina dewleta tirk nikaribûn di nava zeviyên xwe de kar û xebata xwe bikin û lawirên xwe jî  li ser erdê xwe nikaribûn biçêrînin û dema ku zarok diçin ber lawirên xwe dibin ji ber mayînên dewleta tirk lingê wan jê dibe. Her tim zarok, jin û mêr rastî êrîşên tirkan dihatin. Gelek ciwanên gund bi fîşekên tirkan birîndar dibûn. Herî dawiyê jî dewleta tirk  û hevkarên wê di 9'ê Cotmehê de bi balafir, çekên giran û bejahî êrîşî ser herêma Firat û bajarê Serêkaniyê kirin. Ji ber êrîşên tund gel ji neçarî ji mal û gundên xwe koçber bûn. Ev duyemîn car e gundî ji gundê xwe koçber dibin, lê vê carê gundiyan teqez kirin ku wê dev ji malên xwe bernedin.    Di vê çarçoveyê de jinên ji gundê Qeremuxê jiyana xwe ya rojane û piştî ku gund rastî êrîşek giran hat ji ajansa me re axivîn.   'Şêniyên gund wê parastina gundê xwe bikin'   Horiya Elî destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze ew li ser axa xwe koçber bibin û wiha got: "Dewleta tirk dixwaze em li ser axa xwe koçber bibin, lê tenê yek tişt li pêşiya me heye, em ê xeta şehîdan û soza ku me daye wan bişopînin. Ev ax axa kal û pîrên me ye. Em ê çawa bi hêsanî dev ji axa xwe berdin? Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin, bi roj û şev em ê parastina gundê xwe bikin."   ‘Em xwediyê vê axê ne’   Cemîle Osman diyar kir ku ew xwediyê vê axê ne û wiha domand: "Ji ber top û tankên dewleta tirk, em ji gund derketin û di nava zeviyan de diman, lê her tim çavên min li mala min bû. Her çendî êrîşên ser gundê me neqediya bin jî, em carek din hewil didin ku jiyana xwe bi awayekî rûtîn bidomînin. Dewleta tirk qaşo di bin navê herêma ewle de dibêje ez ê koçberên li tirkiyeyê bînim li Rojava bi cih bikim. Ew koçber ne yên van herêman in. Em xwediyên van erdan in û em hemû jî li gund û bajarên xwe ne. Herêma me di destpêkê de bi ewle ye. Lê ji ber şerê ku niha diqewime jiyana me di xeteriyê de ye. Armanca dewleta tirk di vî şerî de qirkirina gelê Kurd e. Beriya vî şerî Erdogan dixwest bi riya çeteyên xwe  gelê me tune bike, lê ev yek pêk nehat. Gundên nêzî sînor her tim ji aliyê dewleta tirk ve rastî êrîşan tên."   'Dewleta tirk çiqas dûrî me bin, wê jiyana me ew çend bi ewle be’   Dayika bi navê Xedîce Osman da zanîn ku wê bi temenê xwe yê mezin li hemberî dewleta tirk bisekine û wiha pê de çû: "Dewleta tirk her roj hewanan davêjin gundên nêzî sînor, lê yê herî zêde ditirsin zarok in û şev ranazên. Erdogan bê dîn û wijdan e. Berê êrîşî zarok û jinan dike, lê bi min mabe ez ê nehêlim xewnên Osmaniyan bi ser bikevin."   ‘Em bi xwe dikarin gel bi rê ve bibin’   Cemîle Fadil  diyar kir ku dema diçin nav zeviyan dewleta tirk gule li wan direşîne û wiha anî ziman: "Dema ku gundiyan berê xwe didan nava zeviyên xwe yan jî diçûne ber pez dewleta tirk gule li wan direşandin. Em tenê jiyaneke aram dixwazin û dewleta tirk dev ji me berde. Gelê vî gundî tu caran zirar nedabûn dewleta tirk tenê me jiyana xwe bi rengekî aram dijiya. Em bi çandinî û xwedîkirina lawiran re mijûl dibin. Lê em bi vê jiyana xwe gelekî razîne. Lê dewleta tirk bi êrîşên xwe jiyana me dike dojeh."   ‘Em dagirkeriyê red dikin'   Ayser Muhemed Cezayirî wiha got: "Em bi hatina tirkan ne qayîl in. Tu cihê wan li ser axa me nîne. Kes qebûl nake ku Osmaniya nû axa me dagir bike, wê tu carî dewleta tirk Osmaniya xwe ya nû vejîn neke. Gelek zarok ji serma re jiyan xwe ji dest dan, xwesteka me ew e ku dewleta tirk ji me dûr keve û em zarokên xwe di jiyaneke bi ewle de mezin bikin. Ev dewriyên hevbeş yên deweleta tirk û rûsan li ser sînor digerin qaşo di bin navê herêma bi ewle de. Lê hatina wan bi xwe bê ewlebûnê ava dike. Hatina wan dagirkeriya welatê me ye.”