Dayik ji bo piştgiriyê bidin têkoşînê xwarinê çêdikin 2019-11-06 09:26:16   Xêzne Celal   KOBANÊ - Dayikên ji gundê Toqlî yên Başûrê Kobanê ku xwarinê ji têkoşerên QSD'ê re amade dikin wiha gotin: "Me xwest ku em bi wan re bibin alîkar xwarinê, ji wan re amade bikin."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 9'ê Cotmehê ve dest bi êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Artêşa tirk bi topbaran balafir û çekên giran, gelê sivîl armanc girt. Her wiha bi rojane êrîş û gefên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Gel û bi taybet jî jin bi rê û rêbazên cur bi cur piştgiriya têkoşerên azadiyê dikin. Dayikan di nava hev de lîsteyên çêkirina xwarinê ku her roj gundek pêşengiya wê dike, amede kirine. Bi vê yekê jî dayikên gundê Toqlî yê 60 km başûrê Kobanê ye, bi dildarî îro xwarinên curbicur ji têkoşerên QSD'ê, amade kirin û şandin.   Ajansa me serdana dayikan kir, hest û nêrînên wan girt.   'Em ê  bi şervanan re parastina axa xwe bikin'   Dayika bi navê Kelîme Şerîf wiha nêrîna xwe ji me re anî ziman: "Şervanên me li dijî dagirkeriyê parastina gel û welatê xwe dikin. Ev ax ya pîr û kalên me ye, ji ber vê jî tu mafê tirkiyeyê tê de tune ye ku li Girê Spî û Serêkaniyê axa me dagir bike û malên me jî talan bike. Dewletên navneteweyî jî bazarê li ser xwîna me dikin ku li dijî van êrîşan bertek nîşan nadine. Lê em weke xwediyên vê axa ku bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin, em ê li rex şervanên xwe bin û axê xwe biparêzin."   'Em ê heta dawî piştgiriyê bidin'   Her wiha dayika bi navê Xezal Mustafa jî wiha got: "Jinên gund duh dest bi amadekirina xwarinê kirin. Di saetên serê sibehê de em li hevdu kom bûn û me dest bi kelandina xwarinê kir û piştre jî me ji bo zarokên xwe bi rê kir. Her roj jinên gundekî yên nêzî xetên pêş ên şer xwarinê amade dikin. Ji ber ku zarokên me li hember dewleta tirk û çeteyên wê parastina me dikin, ji me were xwestin em ê jî şer bikin. Bi riya amade kirina xwarinê em piştgiriya xwe bi şervanan re didin nîşandan. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin."   'Ji ber êrîşan bi sedan şênî koçber bûne'   Dayika bi navê Îslim Mustefa da zanîn ku wan îro xwarin amade kir û di saetên nîvro de ji têkoşerên azadiyê re şandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Me xwest ku em bi wan re bibin alîkar û xwarinên malê ji wan re amade bikin. Ji 9'ê Cotmehê heta roja me ya îro li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê şer berdewam e ji ber şer bi sedan şênî koçberî van herêman bûn. Vê yekê em ji dewleta tirk re nahêlin û di dawiyê de wê serkeftin ya me be."   Ji dayikên 90 salî piştgirî   Her wiha dayika bi navê Emşa Osman a 90 salî jî wiha berteka xwe nîşan da: "Zarokên min û yên mirovên min di şer de ne. Li hember êrîşan parastina gelê herêmê dikin. Beriya ku hûn werin lawê min xatir ji min xwest û çû. Xwedê wan biparêzê. Çima Erdogan êrîşî me dike ma çiyê xwe li gel me heye. Bila ji axê me derkeve."   'Em ê heta dawiyê şer bikin û axa xwe biparêzin'   Di dawiyê de jî Rehîme Çerkez wiha got: "Ez dayika şoreşgerekê me, me îro ji zarokên xwe re xwarin amade kir û şand. Keça min nêzî 4 sal in ji bo parastina welatê xwe tevlî nava refên YPJ'ê bûye. Zarokên me bi fosforê şewitandin. Em ê heta dawiyê şer bikin û axê xwe biparêzin."