'Em koçberên axa xwe ne' 2019-11-06 09:24:08   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên gundê Til Sofî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê wiha rave kirin: "Em axa xwe ji dijmin re nahêlin û dest jê bernadin."   Gundê Til Sofî yê li Rojhilatê Kobanê dikeve û yek ji gundên li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ye. Gundên ku dikevine ser sînor gelek caran dibin hedefa topbaranên dewleta tirk. Di her demekê de şêniyên van gundan ji neçarî ji malên xwe derdikevin û di nava zeviyên durî sînor de, bi zehmetiyên jiyanê re rûbirû dimînin û jiyana xwe li çolê dibihurînin. Herî dawiyê jî dewleta tirk û hevkarên wê bi hev re di 9'ê Cotmehê bi balefir, çekên giran û bejahî êrîşî ser herêma firat û bajarê Serêkaniyê kirin. Ji ber êrîşên tund gel ji neçarî ji mal û gundên xwe koç kirin, lê belê gelek kes jî ji ber hatina zivistanê nikaribûn li çolê bimînin car din vegeriyan gundên xwe û niha jiyana wan di xeteriyê de ye. Di vê çarçoveyê de jinên ji gundê Til Sofî êş û zehmetiyên ku dibînin ji ajansa me re vedibêjin.    'Dengê balafiran di guhê zarokan de ye'   Jina bi navê Hedle Hec Neisan behsa koçberiyê kir û wiha got: "Em di mala xwe de di gundê xwe de bûn. Êdî dinya tarî dibû carekê me dît ku dewleta tirk bi balafir û topan gundê me topbaran û bombebaran kirin. Em hemî jin û zarok bûn. Ji ber balafiran em ji malên xwe derketin û bi rojan em li eraziyê man. Zarok li ser axê radizan. Ev bû zêdetirî 50 sal in em li gund dijîn me tu zirar negîhand dewleta tirk. Lê niha dixwaze axa me dagir bike. Em dagirkeriyê qebûl nakin em ê axa xwe biparêzin. Em jiyaneke bi ewle dixwazin.”   ‘Sivîlan dikin hedef û dikujin’   Dayika bi navê Eyşa Bozan jî wiha axivî: "Dewleta tirk kesên sivîl hedef digire. Di gundê me de leşker tune bûn lê dîsa jî, li gundê me dan. Gundê me nêzî sînor e beriya çend rojan dewleta tirk bi tank û topên xwe êrîşî me kirin. Ji ber êrîşên çeteyan em nikarin di malên xwe de bijîn. Em ê berê xwe bidin ku derê? Em dest ji malên xwe bernadin. Ji ber êrîşên çeteyên Erdogan malên me rûxandin,  pencere û derî hemû jê ketine. Me tu caran êrîşî kesî nekir û em weke Erdogan axa kesî dagir nakin. Çima sûcên ku dewleta tirk dike her kes çavên xwe jê re digire. Dewleta tirk komkujiya Ermenan, Dêrsimê, Efrînê, Kobanê û herî dawî li Serêkaniyê pêk anî. Hemû dewletên ku bi Erdogan re dicivin weke Erdogan xayîn in. Bazara xwe li ser pişta Kurdan dikin.”   ‘Jiyana me ya li Tirkiyeyê ne tu jiyan bû’    Jina bi navê Zehîde Ehmed axivî û got kesên ku koçberê Tirkiyeyê bûn her tim rastî heqaretê  dihatin an jî dihatin girtin, kuştin û wiha domand: "Ez ji ber hovitiya çeteyên DAIŞ'ê neçar bûm derbasî bajarê Tirkiyeyê bibim, di heman demê de hevjînê min li wir nexweş ket. Ez neçar bûm ji bo hevjînê xwe li bajarê Tirkan bimînim. Lê dema ku Erdogan dibêje ez penaberan diparêzim ew gotin ne rast e. Ez bi salan li wir mam lê min qet parastina wan ji bo penaberan nedît, li ser navê penaberan alîkarî  û hemû pêdivî ku ji bo koçberan dihatin  Erdogan li ser navê koçberan berjewendiyên xwe  bi kar dianî û dihat hinek armancên xwe. Dema ku em dûrî welatê xwe bûn her tim çavên me li axa me bû. Ji bo min  kulmek axa welatê min ji yê welatên din watedartir e.”   'Bi têkoşîn û berxwedanê em ê bi ser kevin'   Herî dawî jina bi navê Hacîre Mehmûd axivî û got: "Em bi şev ranazên, her tim em hişyar in. Zarokên me ji ber sermayê nexweş dikevin. Em ê her tim li ber xwe bidin. Dewleta tirk çi dike bila bike em ê dest ji vê axê bernedin. Bi keviran mabe em ê li hemberî wan têkoşîn bikin. Em ê nehêlin xewnên Erdogan pêk werin."