Temenekî ku xwe da xizmeta gelê xwe: Hevrîn 2019-11-06 09:20:45   Nûdem Têkoşer / Rojda Seyîtxan-DÊRIK   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevrîn Xelef gelek tişt di jiyana xwe ya kurt de bi cih kir. Hîna nehatibû nîvê temenê xwe. Hem xweşik û hem jî jîr bû. Jiyana xwe da ser azadiya gelê xwe.   Dayika Hevrînê, Yadê Suad jî jinek polîtîk bû. Bi salan li dijî înkarê têkoşîn da. 4 kur û 2 keç anî dinê. Keçên xwe jî xwedî hişmendî û bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mezin kir.Keça xwe Zozan bi destê xwe oxirî têkoşîna azadiyê kir. Zozan di 24’ê cotmeha 1998’an de di Elkê di pevçûnekê de ket destê leşkerên Tirk. Zozan bi îşkenceyê hat qetilkirin.   Porê wê her roj bi destê xwe dihonand   Hevrîn keça wê ya duyem bû. Di 15’ê Mijdara 1984’an de piştî 4 kuran şûnde hatibû dinê. Dayika wê bi eleqeyek mezin ew xwedî kiribû. Heta dibistana seretayî ji hembêza xwe nedabû erdê. Porê wê her roj bi destê xwe dihonand.   Hevrîn li dibistanê xwendekarek gelek jîr bû. Bi puanekî bilind mezûn bûbû. Mamosteya wê ya îngîlîzî gelek jê hez dikir. Diyariyên mamosteyên wê ji wê re girtibûn bi taybet vedişart.    Ji ber nasnameyê nikaribû tipê bixwîne   Dema ji bo zanîngehê xwe amade dikir, agahiya xwişka xwe Zozanê girt û bi Hevrînê re hêrsek mezin çêbû. Ji ber vê xwest dev ji dibistanê berde lê dayika wê nehişt. Xeyalê Hevrînê Tip bû. Di ezmûna duyem de tip qezenc kir lê ji ber Kurd bû, rejîma Sûriyeyê destûr neda bixwîne.   Ji bo Hevrîn Tipê bixwîne dayika wê hewldanek mezin da. Lê hewldanên wê encam negirt. Hevrîn carek din ket ezmûnê û beşa endezyariyê ya li Helebê qezenc kir. Tevî hemû neheqiyan Hevjînê dibistan bi puanekî mezin qedand. Dayika wê Suad di vê demê de keça xwe li Halebê tenê nehişt.   Mala wê dibistana wê ya duyem bû   Hevrînê dema zanîngeh dixwend mala ku bi hevalên xwe re lê dijiya kiribû wek dibistanekê. Ne tenê xwendekarên Kurd, ji bawerî û çandên din jî hevalên wê hebûn. Hevrîn ji bo li Dêrikê bixebite serî li saziyek dewletê da. Lê dewletê pêşniyariya hevkariyê ji bo wê kir. Hevrînê bertek nîşan da û forma wan avêt ser rûyê wan.   Bi çalak tevlî şoreşê dibe   Piştî hewldanên demdirêj bi alîkariya hinek nasên xwe li Dêrikê di saziyek dewletê de xebitî. Çend sal şûnde şerê Sûriyeyê dest pê kir. Hevrîn li dijî vê bêdeng nema û tevlî pêvajoya Şoreşa Rojava bû. Hevrînê avahiya xizmetê ya aydê rejîmê veguhert Akademiya Zanistên Civakî ya Nurî Dersîm. Ji bo akademiyê jî hevserok hat hilbijartin. Ev serkeftineke mezin a bi keda Hevrînê derketibû holê.   Bêdadî ji holê rakir   Li akademiyê dewreyê perwerdeyê dabû destpêkirin. Mamosteyên ji bo dersa Kurdî bidin digihîndin. Di 2013’an de çeteyên El Nusra ku Tirkiyeyê jî piştgirî dayê êrîşê Serêkaniyê kiribû. Rejîm jî li dijî şoreşê bû. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av û ceyran hatibû birîn. Hevrîn li dijî vê zilmê bêdeng namîne û dibe wezîra enerjiyê ya şoreşê. Pergala ceyranê ya belavkirinê ava kir. Damezrîneriya projeyek mezin kir.   Piştî enerjiyê bû wezîra aboriyê   Hevrînê piştî vê pêvajoyê, peywira Wezareta Aboriyê jî dewir girt û li vir ji bo pirsgirêkên xizanî û birçîbûnê çareser bike ket hewldanê. Hevjînê polîtîkayên alternatîf afirand. Gel teşwîqê çandina erdan kir. Projeyên komun û koperatîfan ava kir. Hevrîn bi van jî bi sînor nema û ji bo yekitiya gelê Sûriyeyê pêk bê, bi awayekî çalak tevlî siyasetê bû. Partiyeke ku pêşerojê ji bo gelan hedef dike, hedef kir. Hevjîn bi komek hevalên xwe re di 2018’an de Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ava kir. Di konferansa partiyê de Sekretera Giştî hat hilbijartin.    Kujerên herdu xwişkan Tirkiye bû   Yadê Suad, her du keçên xwe Zozan û Xelef di meha cotmehê de winda kir. Herdu keçên wê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin. Yadê Suad ku ev 21 sale ji bilî reş tiştekî din li xwe nekir, bi şîna ku neqedya jiyana xwe berdewam kir. Yadê Suad bi keça xwe Hevrînê re ne dayik û keç, wek heval bûn. Hevrînê her tiştê xwe bi dayika xwe re parve dikir. Ji her pêngava davêt, dayika xwe agahdar dikir. Hevrînê li pey xwe dozeke mezin a azadiyê li pey xwe mîrate hişt.    ‘Erdogan ji yekitiya gelê Sûriyeyê tirsiya’   Yadê Suad der barê avakirina Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ku Hevrînê ava kir de wiha got: “Azadî û wekheviya gelan diparast. Du sal bû bi şev û roj ji bo vê partiyê xebitî. Her tim ji bo azadiyê têkoşîn da. Di kongreya rizgariya partiyê ya Reqayê de ez bi hevalên wê re tevlî bûm. Wê li gundan, navçeyan her derê xebatek berfireh meşand. Siyaseta wan ya mafdar di salekê de li cîhanê deng da. Keça min di civînan de gotina xwe dida hîskirin. Erdogan ji ber ji yekîtiya gelan tirsiya hewl da pêşî li xebatan bigire. Keça min bi îstîxbarata Erdogan ket kemînê. Tirsa Hevrînê tune bû. Ez her tim bi fikar bûm. Min nedixwest ez jê re bêjim ku wê jî bikim fikaran. Lê rojekê got ‘dibe ku cenazeya keça te rojekê ji te re bê’. Li ser vê ez gelek tirsiya bûm.”   ‘Tevî şer karê xwe dikir’   Yadê Suad bi lêv kir ku roja beriya keça wê bikeve kemînê li Dêrikê bûye û got: “Ji ber bavê ajokarê wê miribû wê şevê li Dêrikê bû. Wê şevê jî wê tevlî televîzyonekê bibûna û geşedan binirxanda. Lê ew bi hevalê ajokarê xwe çû Hesekê. Tevî ku min got ‘Hevrîn neçe şer heye’ jî ew çû. Min nikaribû pêşî lê bigirim. Di 11’ê cotmehê saet di 06.15’an de li wesayîta xwe siwar bû û çû. Min got ‘ez jî têm.’. Min got ez Kurana biçûk bidim te bila li ser te be, te ji xerabiyan biparêze. Wê jî destê xwe da ser dilê xwe û got Kurana min li vir e. Serê xwe da ser milê min. Bîhna min kişand dilê xwe. Hevrîn keça min bû, dayika min bû, hevala min bû, her tiştê min bû… Piştî çû ez lê geriyam got ‘ez li Qamişlo me’. Cara duyem geriyam got li Hesekê me. Min telefon girt û telefona xwe weke ku wê maçî bikim, maç kir û girt.”   ‘Dema ket kemînê ewil li min geriya’   Yadê diyar kir ku Hevrîn dema ketiye destê çeteyan ewil li wê geriyaye û wiha pê de çû: “Roja din saet di 7.15’an de telefona min lê da. Hevrîn bû. Birayê wê bersiv da. Dengê mêrên ku bi erebî diaxivin dihat. Kurê min got ‘ne Hevrîn e mêrên ereb in’. Deng ne normal bûn. Min jî telefon girt. Em dibêjin elo elo dengê wan dihat. Dema keça min ketibû kemînê, li min geriya lê derfet nedî ku biaxive. Tenê dengê çeteyan dihat. Keça min li Tîl Temirê ket kemînê. Ez jî li Dêrikê bûm. Min xwe negîhand keça xwe. Min bazda mala ajokarê wê. Min agahî da. Me cara duyem bi dehan carî telefon kir lê me xwe negîhandê. Ev hovîtiya hat kirin, li dijî fikir û nêrîn, têkoşîna Hevrînê hat kirin. Li dijî yekîtiya gelan hat kirin. Bila Amerîka û Erdogan bizanibe ku ez pêşa vê komkujiyê bernadim. Ez ê hesabê wê ji Erdogan û Tirkiyeyê  bipirsim. Keça min tenê siyasetmedar bû. Rejîma Sûriyeyê jî sucdar e. Rejîma Sûriyeyê jî destûr neda keça min bi awayekî azad siyasetê bike. Heta du sal ceza lê birî bûn. Keça min ji bo yekîtiya gelan têkoşîna xwe dimeşand.”