Şevîn Alaca: Em bi hev re hildiberînin û dibin hêza çareseriyê 2019-11-06 09:10:25   eynep Durgut    QERS -Hevşerada Qersê Şevîn Alaca der barê xebatên jinan de axivî û got ku ji ekolojiyê heta aboriyê wan di her qadên civakî de lez dane xebatên xwe û wiha berdewam kir:”Em ê bi hev re hilbirînin û bi hev re ji pirsgirîkan re dibin hêza çareseriyê.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li bajarê Qersê bi 29,54 dengan bi ser ket û cara yêkem şaredariya Qersê bi dest xist. Rêveberiya şaeredariyê ji her ku hat serî û şûnde lezda xebatên xwe û bi taybetî jî di qada jinê de xebatên xwe  bênav didomîne. Der barê xebatên jinan de hevşaredara Qersê Şevîn Alaca axivî.    'Tîma futbolê ya jinan hat avakirin'   Şevînê diyar kir ku şaredarî bi alîkarî û piştgiriya gel hate serhev û got ku wan di xebatên xwe de bi taybetî di warê qada jinan de lez dane xebatên xwe û wiha axivî;” Gava ku me şaredarî bi dest xist me dît ku divê hin xebat bi leztir bên kirin. Me bi taybetî girîngî da çareserkirina pirsgirîkên bajêr. Ji ber ku lezginiya van xebatan hebû.  Di qada jinan de jî me heta niha ji bo wan Navenda Çandê ya Binevşê vekir. Li vê navendê jî tenê jîn dixebitin û bi berhemên ku hildiberînin aboriya xwe bi pêş dixînin. Bi vê hewldana xwe me xwest ku di qada civakî de hêzê bidin jinan. Bi rastî ji gel pir zêde eleqeyê dide xebatên jinan. Her wiha me li vir bi tevlîbûna parlementer Fîlîz Kerestecîoglu ji jinan re semînerên ku jin bên perwerdekirin dan. Di rojên pêşiyê de jî em dixwazîn ku xebatên xwe mezintir bikîn. Ji giyayên ku tên hişkirin û heta çêkirina rîçalê em dixwazîn li kargeha jinan bidin pêşandan.    'Me ji bo jinan panel li dar xist'   Dîsa ji bo ku em jinan li dijî tundiyê birêxistin bikîn me panel li dar xist. Di vê panelê de nêrîn û pêşniyarên jinan hatin standin. Bêgûman ev xebat têrê nakin. Lê em ê bi hev re bixebitîn û bi hev re pirsgirîkan çareser bikîn.  Dîsa di nav van xebatên xwe de me  konseya bajêr jî ava kir. Li gel avakirina konseyê meclîsa jinan ji hat avakirin. Meclîsê li taxan dest bi xebatên xwe kir. Her wiha têma futbolê ya ji bo  jinan jî me ava kir. Ez bi vê wesileyê bang li hemû jinên Qersê dikim ku li malên xwe hilbirîne bikin û werin  em bi hev  bi awayekê hevpar van berhemên wan bifiroşin.”   ‘Ji bo ajalên kolanan dê stargeh bên avakirin’   Şevînê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di  her qadên civakî de ew ê xebatên xwe bidin meşandin û anî ziman ku ji astengdaran heta ji  ajalên kolanan ew ê projeyan ava bikin û wiha pê de çû;” Li bajarê Qersê pirsgirîka sereke jî  zêdebûna  ajalên kolanan e. Mirov dikare li her kolaneke Qersê kûçikan bibîne. Ev car caran jiyana mirovan ji dixe xeterê. Şêniyên bajêr ji vê yekê gelek aciz dibin. Li Qersê ji bo ajalên kolanan stargeha me heye. Di vê stargehê de şert û merc  mixabin nebaşin. Ji bo ku şert û mercên wê bên çareserkirin me xebatên xwe dane destpêkirin. Lê em zehmetiyê dikşînin. Em ketin demsala zivistanê û li Qersê ji şert û mercên zivistanê pir giranin. Lê hewceye ku di demekê nêz de em pirsgirîkên stargehê çareser bikîn. Ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê em bi saziyan re jî têkiliyê de ne. Ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê di heman demî de pêwîstî bi xebatên hevpar hene. Bi taybetî ji gava ku ajal dimrin diavêjin çopan. Ev ji dibe sedemê  zêdebûna nexweşiyan. Ji bo ku ev pirsgirîke ji di holê de rabe û em pêşiya vê bigirîn  em ê goristana ajalan çê bikîn. “   Civînên jinan tên lidarxistin    Şevînê di dawiya axaftina xwe de der birî ku ji bo çareserkirina pirsgirîkan ew  her mehê carekê civînên jinan li dar dixin û got ku di van civînan de biryarên girîng tên girtin û wiha pê de çû;” Em di şaredariyê de her heftiyê carekê bi gel re civînan li dar dixîn. Di van civînan de em pirsgirîk û daxwazên gel guhdar dikîn. Lê li gel civînên gel me biryar da ku em her mehê carekê civînên jinan jî li dar bixîn. Li dijî van xebatan eleqeya jinan pir başe. Ji berê li Qersê qadên ku jin xwe li wan bînin ziman tune bûn. Lê me qad ji jinan re vekirin. Di meha derbasbûyi de her jinekê pirsgirîkên xwe ji me re vegotin. Li gel konseya bajêr em diçîn taxan mal bi mal digerîn û pirsgirîkan tespît dikîn. Em jin bi hev re ji pirsgirîkan re bibîn hêza çareseriyê.”