Sîlvan Elî: Berxwedana gelê kurd nirxê rûmetê ye 2019-11-06 09:08:27   Roj Hozan   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya PYD'ê  Sîlvan Elî, derbarê rewşa şerê li Rojava nirxand kir û got:"Armanca tirkiyeyê ew e demografiya herêmê li gor xwe bide guhertin û kesên li gorî siyaseta xwe li herêmên me bi cih bike. Tirsa Erdogan ji projeya netewa demokratîk heye."   Di pêvajoya şer û êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana gel a li hember van êrîşan, Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîlvan Elî nirxandinên girîng kir û got: "Berxwedana gelê kurd nirxê rûmetê ye. Gelê kurd ji bo axa xwe bi salan e têdikoşe."   'Gelê kurd her dem li dijî vê neheqiyê sekiniye'   Sîlvan wiha dest  bi nirxandinên xwe kir: "Em di rewşekê de derbas dibin ku êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me berdewam in. Tevî dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girêspî, hîn armancên tirkiyeyê bi dawî nebûne. Xeyalên wê dagirkirina hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev projeya dewleta tirk ne nû ye, dixwaze di Rojhilata Navîn de, hem di welatên ereban de hakimiyeta xwe bide çêkirin û desthilatdariya bav û kalê xwe vegerînê dema niha. Ev hemû helwest jê diyar dibe ku tirkiye di esasê xwe de dewleta xwe li ser tunebûna gelan ferz dike û ji xwe re maf dibînê ku êrîşî welatan bike û mudaxeleya siyaseta wan bike. Gelê kurd her dem li dijî vê neheqiyê sekiniye."    'Dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin'   Di dewamiya axaftina xwe de Sîlvan destnîşan kir ku dewleta tirk naxwaze kurd bibe xwedî statu û wiha doman: "Êrîşkirina dewleta tirk a li ser herêmê, mirov dikarê bêjê tiştên ku dewleta tirkiyeyê dike yan jî pêk  tînê milekî wê dijminatiya kurd e û aliyê wê yê din jî tirsek e. Tirsa Erdogan ew e ku projeya Rêveberiya Demokratîk li tevahî Rojhilata navîn belav bibe û bi taybet di Sûriyeyê de guhertin werin çêkirin. Ev yek wê bandora xwe bike li ser rewşa hundirîn ya tirkiyeyê û di Rojhilata Navîn de weke modêleke nû rola xwe bide çêkirin. Ji ber modela Xweseriya Demokratîk, hemû gel  bi hev re di bin sîstemeke demokratîk de nexşeya wekheviya gelan temsîl dike. Ev model di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hatiye. Dewleta tirk dijminatiya wê bi doza Gelê Kurd re heye, ji bo wê jî hemû hewildanên xwe dike ku tevahî herêmê dagir bike."     'Armanca Erdogan ew e ku kesên  li gorî siyaseta xwe li herêmên me bi cih bike'    Di nava gotinên xwe de Sîlvan bal kişand ser hincetên tirkiyeyê ji bo dagirkirina herêmê û wiha axaftina xwe dewam kir: "Em dizanin berî demekê bi hin hincetan  Efrîn hat dagirkirin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin di pratîkê de dewleta tirk hemû çeteyên girêdayî  sîstema xwe kom kir û şand Efrînê. A niha bi heman hincetê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ku koçber hene. Mirov dikare bêjê, ma tenê koçber ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dane tirkiyeyê, bi hezaran koçber ji hemû deverên Sûriyeyê di tirkiyê de hene û dibe. Ma ew ne koçberên Sûriyeyê ne? Tenê armanca Erdogan demografiya herêmê li gor xwe bide guhertin û kesên li gorî siyaseta xwe li herêmên me bi cih bike û kedî bike û gurbûna çeteyên DAIŞ'ê yên mayî zindî bike."    'Dewletên navneteweyî bê deng in'   Sîlvan da zanîn ku di nava pêvajoya êrîşên tirkiyeyê de dewletên navneteweyî şirîk in û wiha got: "Welatên ku qaşo ji bo çareserkirina kirîzê destên xwe dirêjî doza Sûriyeyê dikin, tifaqa wan bi dewleta tirk re hene û tu helwesteke cidî li hember dewleta tirk nîşan nadin. Li aliyekî Rûsya, li aliyekî Amerîka û koalisyon, ji bo desthiladariya tirkiyeyê bê deng in. Her çiqas di civaka navneteweyî de helwest li hember dewleta tirkiyeyê hatin dayin û sûcdar hat dîtin jî dîsa jî dengekî ku bi hêzek xurt li dijî dewleta tirk bisekine derneket. Divê di pratîkê de hinek tişt bên kirin. Çiqas zext li ser dewleta tirkiyeyê tê kirin, lê tirkiye di dagirkeriya xwe de bi israr e."    'Çeteyên ku Serêkaniyê dagir kirine DAIŞ'yên tirkiyeyê ne'    Sîlvan diyar kir ku komên çete yên ku ji bo herêmê hatine şandin bermahiyên DAIŞ'ê ne û wiha pê de çû: "Rûsya ya ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê xwe wekî berpirsyar dibîne li hember çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê, çiqas rê li pêşiya mudaxelên tirkiyê digire? Heger di çareserkirina krîza Sûriyeyê de bi rastî jî ji dil be divê li hember kiryarên dewleta tirk ên dijmirovî bisekine. Di heman demê de helwesta Emerîka ne cûdatire ji helwesta Rûsiya. Me bi Emerîka re li hember DAIŞ'ê şer kir, lê ew jî ixanetçî ne. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji Sûriyeyê reviyan, careke din li gel tirkiyeyê hatin perwerdekirin, birêxistinkirin û ji bo dagirkeriya nû hatine şandin. Ev çete niha di Serêkaniyê de hene  û navên cuda li xwe kirine û di sitûna tirkiyeyê de şer dikin. Rêbazê wan jî xwiya ye tiştê ku DAIŞ dikir, ev jî niha dikin  serjêkirina mirovan, revandin, talankirin  ev hemû rêbazên DAIŞ'ê  ne û kiryarên wê ye."   'Pêwîst e helwestên tund ji bo tirkiyeyê werin dayin'   Sîlvan qala rola saziyên mirovahî û helwestên wan ji bo vê kirîzê dike, ku ew jî dixwazin pirsgirêk dirêj bibe û wiha dom kir: "Berjewendiyên cuda û tifaqên  di navbera dewleta Tirkiye, Rûsya û Emerîka de çêbûye hemû li ber çav e. Meseleyên petrolê, avê û sînorên ku hene hemû hincet in. Zarok tên qetilkirin lê tenê bi gotinan mafê wan tê parastin. Pêwîst e helwestên tund ji bo tirkiyeyê werin dayin. Ger mafê mirovan heye û nêzîkbûnên li hember tiştên ku di herêmê de çêdibe dernexin, ew ne mafê mirovan in. Pêwîst e di merheleyeke bi vî awayî de, bi erkê xwe ji bo mirovan rabin, da ku çareserkirineke sererast bidin çêkirin. Naxwazin pirsgirêk were çareserkirin."   'Berxwedana gel û mandina wan li ser axê nirxê rûmetê yê ye'   Sîlvan wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Di meseleya destûrê de ya ku niha nîqaşên wê çêdibe li Cenevreyê, xweseriya demokratîk di nav de nîne. Îradeya 5 milyon mirov tê de tune ye. Ger ku em bixwazin  pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe, pêwîst e  nûnerên ku  vî gelî temsîl dikin  û xwestekên wan  dizanin di nav de bin da ku bibe destûrek demokratîk. Lê tevlîheviyek hatiye çêkirin û teref hatine  girtin. Berxwedana gel nirxê rûmetê ye. Yên ku rast têkoşînê dikin em in serkeftin ya me ye û dagirker bi ser nakevin."