Şikriya Hisên: Divê her kes erka xwe bi cih bîne 2019-11-06 09:02:40   Necah Miîş - Semer Esed   HESEKÊ - Rêvebera Mala Jinê ya Serêkaniyê Şikriya Hisên ya şahidiya kêliya şer a destpêkê kiriye wiha got: "Balafirên dewleta tirk sivîl hedef digirtin û rê li wan digirt. Barê herî giran li ser pişta şervanên me ye bila her kes rabe û erka xwe bi cih bîne."   Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran kes ji rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Serêkaniyê konê çalakiyê vedabûn.  Di 9'ê Cotmehê de dema êrîşên despêkê yên li ser bajarê Serêkaniyê hatin kirin, gelek kesî şahidî ji hovîtiya ku hat kirin re kir. Yek ji wan kesên ku beşdarî çalakiyên mertalên zindî bibû jî Rêvebera Mala Jinê ya Serêkaniyê Şikriya Hisên bû.  Şikriya kêliyên despêkê yên şer wiha ragihand.   'Rê li sivîlan girtin'   Şikriya kêliyên despêkê yên êrîşa dewleta tirk wiha anîn ziman: "Ji bo rawestandina gefên dewleta tirk, me bi hejmarek mezin berê xwe da sînorê Serêkaniyê. Dihat gotin ku wê Erdogan êrîş bike, lê qet em ji cihê xwe nereviyan. Dema bajarê Serêkaniyê bi balafiran hat topebarankirin, herî zêe sivîl hedef hatin girtin û rê li wan dihat girtin. Bi alîkariya şervanên QSD'ê gel ji bajar derket."   'Ji neçarî em derketin'   Şikriya da zanîn ku dewleta tirk ne tenê Serêkaniyê topbaran kir di heman demê de li hin bajarên din jî da û wiha domand: "Dema êrîşên xwe yên hovane bi ser me de anîn, ne tenê Serêkaniyê di heman demê de Girê Spî û Amûdê jî topbaran kirin. Di wan êrîşan de me dev ji çalakiya xwe berneda û me berdewam kir. Paşê balafiran me hedef girt û pêşiya kon topbaran kirin. Ji neçarî em jî ji bajarê Serêkaniyê derketin."   'Ne dihiştin em şehîd û birîndarên xwe derxin'   Şikriya diyar kir ku wan xwestine biçin şehîd û birîdaran derxînin lê bi topebarana ku hatiye kirin nehiştine û ev tişt got: "Di encama êrîşan de gelek şehîd û birîndarên me çêbûn. Dema me berê xwe da Serêkaniyê ji şehîd û birîndaran derxînin, balafirên dewleta tirk rê li pêşiya me girtin û em topebaran kirin."   'Divê her kes erka xwe bi cih bîne'   Şikriya wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bila balafiran bisekinînînin tu hêz bi me nikare. Em ne leşkerin, lê bi çi awayî be em ê parastina axa xwe bikin. Divê hemû gel rabin ser piyan ji jinan bigire heta zarokan, îro barekî pir giran li ser pişta şervanên me ye. Divê em erka xwe bi cih bînin."