Yekîtiya Ciwanên Şoreşger bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezarkir 2019-11-05 20:01:04   QAMIŞLO - Yekîtiya Ciwanê şoreşger ya Herêma Cizîrê bi meşekê êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ya herêma Cizîrê meşa meşeleyan li dar xist. Di bin dirûşmeya “Dijî dagirkeriyê serî hildin” bi sedan ciwan, saziyên civaka sivîl û giştî sazaiyên Rêveberiya Xweser beşdarî nava meşê bûn. Meş ji çerxeraya Sonî ya destpêka bazara bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di meşa meşaleyî de wêneyên pekrewanên azadiyê, alên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger, alên li ser wêneyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan heyî, Kongireya Star, TEV-DEM, YPG, YPJ û QSD’ê hatin hildan.    Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin. Li ber çerxereya tekoşer Rûbar Qamişlo meş  bi dawî bû. Di derbarê sedema lidarxistina meşê de endamê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Miwefeq  El-Ehemd axivî û peyama meşvanan xwend.   Peyama meşvanan wihaye:    Em wek ciwanên şoreşger pêşeroja vî welatî ne û zarokê vî gelî ne, ev êrîşên ku tên li ser herêmên me bi tundî şermezar dikin. Me bi ciwana destpê kiriye emê bi ciwana bi serkevin. Bila dijminê xwîn mij û hovan baş bizane, em ê Rojavayê Kurdistan ji were bikin goristan. Wek her car dewleta tirk êrîşan tîne ser gelê me û vala vedigere. Di sala 2012’an de jî bi navê Artêşa Azad derbasî nava Serêkaniyê bûn, lê wek her car hêzên me yên leheng QSD’ê ew ji bajarê Serêkaniyê derxistin. Ev cara dueymîne ku hêzên me yên QSD’ê li serê kaniya Rojava yê Kurdistanê bi lehengî şer dikin. Hêzên QSD’ê yên ji bo jiyeke azad û bi rûmet bi dest bixin şer dikin, di çavê hemû cîhanê de pîroz têne dîtin. Bi giştî gelê cîhanê bi rêzgirtinî gelê Rojava yê Kurdistanê bi bîrdixin û piştgiriya berxwedana wan dikin. Erdogan alîkariya çeteyên ku şer li himberî hêzên QSD’ê didane meşandin û alîkariya çeteyan dikir bi rengekî veşartî. Piştî binkeftinê çeteyên DAIŞ’ê yên ser hev li himberî berxwedaniya QSD’ê, êdî Erdogan bi rengekî fermî êrîşên xwe eşkere kirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şerê ku li Efrînê qewimî mînaka vê yekê ye ku çawa destek dida çeteyan bi hemû amûrên ku ji şer re pêwist ji sîlah heta her tiştî.   Em wek Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî netew ku têde dijîn, soza me ew e ku em ê welatê xwe bi berxwedan û îradeya xwe rizgar bikin û dijmin derxînin.   Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.