Nuran Îmîr: Hûn nikarin welatekî bi mertalan rêve bibin 2019-11-05 13:15:21   MÊRDÎN - Polîs destûr neda ku li ber Şardariya Qoserê heyeta HDP'ê ku ji hevparedar û parlamenteran pêk dihat daxuyaniyê bidin. Parlamentera Nûran Îmîr bertek nîşanî helweata polîsan da û got: "Hûn nikarin welatekî bi mertalan rêve bibin. Tişta ji destê we tê bikin lê wê ev gel li hemû qadan li dijî we di berxwedanê de be."   Wezareta Karên Hundir duh qeyûm tayînî şûna hevşaredara Qosera Mêrdînê Nilufer Elîkyilmaz a HDP'yî kir û li şûna wê qeymeqamê navçeyê Huseyîn Çam wekî qeyûm tayîn kir. Li dîjî tayînkirina qeyûm îro heyeta HDP'ê ku parlametera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, hevşaredarên Qoserê û welatî jî di nav de bûn piştî çalakiya rûniştinê xwestin li ber Şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û girseya ku xwest li parka nêzî şaredariyê rûnê jî asteng kir. Piştî ku amîrê polîsan ji bo girseyê got, "Paqij bikin" di nav bera polîsan û welatiyan de gengêşî derket û girse hat astengkirin.    'Min qet te wekî şaredar nedît'   Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz, bertek nîşanî gotina amîrê polîsan " Paqij bikin" da û got: "Ez şaredara vêderê me, hûn kî ne ku hûn ji me re vê gotinê dikin." Amîrê polîsan jî got: "Ez we şaredar nabînim, hûn tevli tu mersîmên fermî yên dewletê nebûne û hûn êdî ji peywirê hatine girtin."   'Gelê Kurd serî natewîne'   Parlamentera DHP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî bertek nîşanî polîsên ku hewl dan girseyê ji parkê derzînin da û wiha got: "Hûn bi heqareta ku dikin kêfxweş in. Lê tu kes nikare bi rûmeta me bilîze. AKP êdî têk çûye û ev welat rezîl kiriye. AKP we jî bi kar tîne. Xweliî li serê we û zîhniyeta ku hûn perwerde kirine be.  Hûn nikarin welatekî bi mertalan rêve bibin. Hun çi dikin bikin em serî natewînin, wê Gelê Kurd serî netewîne. "   'Bila gelê me serî netewîne'   Pişîtî astengkirina polîsan HDP'yî û girseya li gel wan bi dirûşman derbasî avahiya HDP'ê ya Qoserê bûn. Di rê de wlatiyan bi nîşana serkeftinê û bi dirûşmên,"Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" piştgirî dan girseyê.