'Li dijî dagirkerî û qirkirinê em soza xwe ya serhildanê nû dikin' 2019-11-05 12:46:13   ŞENGAL - TAJÊ û YJCÊ derbarê êrîşa hewayî ya li ser Şengalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandandin ku ew ê li dijî dagirkerî û qirkirinê soza serîhildanê bê nûkirin û li dijî êrîşan her bê sekinandin.    Balafirên dewleta tirk do bajarê Xanesorê yê Şengalê bombebaran kiribû. Di encama bomberanên de hinek kes birîndar bûn. Têkildarî mijarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitîya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser bede, nirx û hebûna gelê kurd êrîşek tund heye û divê li dijî van êrîşan hemû cîhan dengê xwe bilind bike.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Dewleta tirk a faşîst bi alîkariya ku ji  dewletên navneteweyî digire êrîşî gelê kurd dike. Divê Iraq jî li dijî van êrîşan dirûtiyê neke û xwedî helwestekê be. Pêvajoyek wiha ye ku di her milî de êrîş li dijî gelê kurd pêk tê. Di heman demê de ev êrîşan li ser hemû gelên li Sûriyeyê dijîn pêk tê. Em vê yekê qebûl nakin û zimanekî tund şermezar dikin. Dewleta tirk her dem xwestiye li ser tunebûna gelê kurd hebûna xwe ava bike. Loma niha jî alîkariyê dide çeteyan û bera ser serê gelê kurd dide. Lê li dijî dagirkerî û qirkirinê em soza xwe ya serhildanê nû dikin û em dibêjin serkeftin her dê a me be."