'Şerê dagirkeriyê jiyana jinan dixe xeteriyê' 2019-11-05 12:20:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa JINWAR'ê derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avabûna JINWAR'ê de daxuyanî da.    Meclîsa JINWAR'ê derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avabûna JINWAR'ê ya di 25'ê Mijdarê de li Gundê JINWAR'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin û hat gotin ku bila hemû jin di 25'ê Mijdarê de bên gel hevdu û li dijî qirkirin, komkujî, olperestî, zayendperestî, nîjadperestiyê dengê xwe bi hev re bilind bikin.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Ji 9'ê cotmeha 2019'an ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser pêkhateyên kurd, ereb, ermen, asûrî-sûryanî û gelek pêkhateyên din êrîş, dagirî, qirkirinên sistematik tên meşandin. Ev dagirkerî û qirkirin bi taybet li ser sîstema netewa demokratik û sazî dezgehên civakî ne. Li ser rêveberiya civaka netewên demokratîk in. Ev êrîşên hovane bi destên Erdogan û çeteyan tê kirin.    Li dijî êrîşan helwesta yekem ya tê bikaranîn mafê parastina rewa ye û ev heta rêyên çareseriyê bên peydakirin wê berdewam bike. Helwesta duyem di her roja nû de pêşxistina sazî û dezgehên pergala demokratîk e. Pergala netewa demokratik xwe bi perwerdeyî, aborî, tendurustî, hevjiyana azad, polîtîk, siyasî û aliyên din bi rih kir.  Xebata perwerdehî, tendurustî, aborî, şaredarî, ekoloji, polîtîk di bin her şert û mercî de berdewam dike. Wek perçeyek ji pergala netewên demokratik gundê jinê jinwar di nava hemû xebatên hatin behskirin de cih girt û di nav jiyana xwe de jî ev rih zindî kir. Qada perwerdeyê, tendurustiyê, ekolojîyê, aboriyê, çandinî, xwedîkirina ajalan mînaka gundewariya şênber bi aramiya jiyanî eşkere kir.    Lê belê wekî tevahî herêmê şerê dagirkeriyê jiyana jin, zarok û hebûna gundê Jinwarê jî kir xetereyê. Dengê balafir, dengê tank û topên arteşa tirk ji nêz ve tên. Jin û zarok ku piştî jiyanek bi êş cara yekem li gundê Jinwarê di nav ewlekariyê de dijîn niha careke din bi metirsiya şer û kuştinê re rû bi rû tên. Ev şert û merc hiştin ku zarok û dayikên bi nexweşî û pêdiviyên taybet mecbûr man ku li cihên din bi cih bibin. Ew bende ne ku bi sekinandina şer dîsa bizivirin cem hevalên xwe li gundê xwe. Wekî din jinên Jinwarê di bin van şert û mercên zehmet de jiyana xwe li gund bi rêxistin dikin. Dîsa jinên Jinwarê bi beşdariya çalakî, meş, mîtîng, merasim, daxuyanî, serdana gundan, alîkariya mirovî, serdana nexweş û brîndaran, şopandina ragihandinê helwest û hişyariya xwe daye nîşandan. Gelek caran ji bo gundên derdor serdanên mezin çêkirin û di warê xwe de jî karê rojane dan meşandin. Bi taybet bi tendurustiya jin û zarokan re girêdayî pêwîstiyên dermankirina nexweşiyan û kontrolên mehane bi dawî kirin.    Wek tê zanîn gundê jinê Jinwar di 25 ê mijdara 2017'an de ji jiyana niştecihan re vebû û heya niha bi dehan jin û zarok li Jinwarê man, nan û ava vir bi hev re parve kirin. Şêniyên Jinwarê bi nan û xwê ne. Ji bo dostê xwe, hevalên xwe, cîranên xwe ji destpêkê de mînak e heta niha. Wê roja vekirina gundê Jinwarê ya 25 ê mijdarê ku şiddet û tundiya li ser jinê di vê rojê de tê lanetkirin car din bi şahî û bertekên li hemberî hemû tundiya li ser jinê bi dest bigire. Jiyana xwe ya aram berdewam bike. Bi hêviya ku di 25 ê mijdarê de em li jinwarê hevdû bibînin û hemû qirkirin, komkujî, olperestî, zayendperestî, nijadperestîyê lanet bikin em we jî vedixwînin şahiya tekoşîna jinan. Em li ser axa xwe ne. Li warê xwe ne. Her warê ku jiyana ekolojik demokratik lê hebe ew der warê me ye. Her pergala ku pir netew, pir ziman, pir çand, pir bawerî, lê heye ew pergala me ye. Her gelê ku doza van nirxan dike ew bi me re ye."