‘Rêzikname qetkirina jinê erê dike’ 2019-11-05 10:56:25   AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a bi navê Rosa, Adalet Kaya rêziknameyên di paketa darizandinê de ya ku jinan ji nêz ve eleqeder dike nirxand û got; “Ev rêzikname feraseta rewakirina tacîz û şidetê hildigire.”   Di pakêta darizandinê de 2 xalên girîng ku mijara wan "Yek mijara nefeqeyê ya din jî ger mêrê zarok îstismar kiriye pê re bizewice cezayê îstismar tê efûkirin e". Adaletê li ser van rêziknameyan berteka xwe da nîşandan û wiha ji ajansa me re axivî; “Bi dirêjiya dîrokê re jinan li dijî qetilkirin û îstismarê ji bo mafê xwe têkoşiyan e. İktidarê bi derxistina van zagonan re êrişa xwe ya li hemberî deskeftiyên jinê îspat kir. Di sala 2016’an de jî xwestin heman tiştî bidin pêkanîn. Lê bi têkoşîna jinê re ev pişt ve hat kişandin. Divê em îro jî bê deng nemînin. Li dijî vê yekê encamên vê zagonê derxe wê ji têkçûna civakê zêdetir ne tiştekî din be.”               ‘Xelata kesê îstismar kiriye zewac e’   Di rojên dawî de xebatên paketa darazê ya duyem ku du mijarên girîng tê de cih digirin bûye rojev. Ev mijar jinan eleqeder dike ku mijara wê istismara zarok û jin yan jî zewaca di temenekî biçûk de ye. Qasî ku di medyayê de belav bûye destnîşan kirine ku ger zarok ji kesê îstismarkar zêde ne biçûk be dikare bi riya zewacê were efûkirin. Kiryarên niha tên meşandin rê li ber tacîz, şidet û îstismarê vedike ku armanc rewakirina van sûcan e. Li şûna mêr were darizandin tê xelatkirin. Xelata wan zewac e mixabin. Bi vê yekê re rê li pêşiya qetil û îstismarê vedikirin ku ji van kiryarên hovane ew berpirsyar in."   ‘Encam wê şkestina civakê be’   Adaletê biqalkirina armanca îtidarê re axaftina xwe wiha berdewam kir; "Bi dirêjiya dîrokê re jinan li dijî qetilkirin û îstismarê ji bo mafê xwe têkoşiyane. İktidarê bi derxistina van zagonan re êrişa xwe ya li hemberî deskeftiyên jinê îspat kir. Di salên 2016’an de car din xwestin zagon û xebatên heman rewşî bixin meriyetê. Lê bi itiraza girseyî ya jinan re neket falîyetê. Divê em heman hêzê îro jî bidin nîşandan. Enceq bi têkoşînek bi wî rengî re wê ev yek ji plansaziyê rabe. Li dijî vê yekê encamên ev zagon derxe wê ji têkçuna civakê zêdetir ne tiştekî din be."   ‘Li Amedê di 6 mehan de 6 jin hatin qetilkirin’   Adaletê wiha dewam kir:"Bi taybet êrişên di warê zayendî de li dijî hevpeymana Navneteweyî û Hevpeymana Stenbolê ye.  Ev tê wateya hevpeymana li hember îstismara zarok û jin hatiye îmzakirin tune tê hesibandin. Ji xwe pêşxistina van zagonan mînakek ber bi çav e ji bo vê yekê. Ferasetek wisa ye ku tacîzê ji rêzê û rewa dide hesibandin. Bê cezahiştin van cureyên sûcan enjekteyê civakê dikin. Di jiyana rojane de em dibin şahidê van bûyeran. Her sibehê em bi komkujiyekê re çavê xwe vedikin. Tenê li Amedê di nava 6 mehan de 6 jin bi destê mêran hatin qetilkirin. Ev ji bo vir jimarek pir mezin e. Demek dirêj e di encama deskeftiyên jinê de ev cure bûyer kêm bûne. Lê bi derxistina zagonên îktidarê yê weke ‘xelatkirina kesê îstismarkar’ re ev bûyer zêdetir rûdan. Ji ber ku dewleta bi hişmendiya mêr tev digere piştgiriya xwe ya ji bo van sûcan da nîşankirin."   ‘Em ê jinan bi rêxistin bikin’   Adaletê wiha bi dawî kir:"Jin û zarok di bûyerên şîdet û îstismarê de ka wê çibikin serî li ku bidin yan jî mafê wan çiye û wê mafê xwe çawa biparêzin, nizanin. Bi kolan, tax û bi çuyîna malan re em xwe didin nasîn. Di bûyerên bi vî rengî ji bo werin bi me re parve bikin. Em ê bi hemû derfetên xwe  piştgiriyê bidin û li dijî van yekan wan rêxistin bikin. Dixwazim vê jî bidim nîşandan ku weke komeleya jinan diyar dikin ku li hember van zagonan em ê serî hildin û li hember zewaca zû, tacîz û qetilkirinê têkoşîna xwe gurtir bikin. Bi daxuyaniyan re li her qadê em hewil didin dengê xwe bilind bikin. Em ê destûra tacîz û komkujiyê nedin. Bi yek dengî em ê li qadan bin.”