‘Em li bazarê malên tirkan naxwazin’ 2019-11-05 09:06:17   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Rêveberên Komîteya Çalakiyan ên Qamişlo ji bo boykotkirina malên tirkan gotin; "Hêviya me ji gel û bazirganên welatê me ew e ku êdî nema têkiliyê bi kirîn û firotina kel û pelên dewleta tirk bikin, ji ber ku bi wan pereyên me fîşekan dikirin û zarokan didin qetilkirin.”   Kampanya ya boykotkirina malê tirkan di serî de li Başurê Kurdistanê dest pê kir û her diçe li gelek deverên cîhanê belav dibe. Li Qamişlo jî girêdayî heman mijarê her diçe baldariya welatiyan zêde dibe û malê tirkan li bazara xwe naxwazin. Di derbarê boykotkirina kel û pelên dewleta tirk de Rêvebariya Komîteya Çalakiya û ciwanên şoreşeger ên Suryanî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.   'Em li dijî kel û pelên dewleta tirk a dagirker in'   Rêvebariya Komîteya Çalakiyan Hêvîn Mihemed daxwaz ji welatiyên herêmê kir ku kel û pelên dewleta tirk li nava bazarên xwe negirin û wiha domand; “Em li dijî kel û pelên dewleta tirk a dagirker in. Ji ber ku bi pereyê kirîn û firotina wan amûran, fîşekan dikirin û zarok û gelê kurd bi giştî didin qetilkirin. Em wek komîteya çalakiyan û ciwanên vî welatî erkê me ye ku em gelê xwe hişyar bikin ji kirîna kel û pelên dewleta tirk dûr bigirin. Hêviya me ji gelê me heye êdî nema kel û pelên dewleta tirk bikire û bifroşe û xwedî li tendirustiya zarokên xwe derkevin.”    ‘Em malê tirkan li bazara xwe naxwazin’   Endama Ciwanên Şoreşger Pêşverû ya Sûryanî Miryana Îsa jî wiha got; “Êdî em nema kel û pelên dewleta tirk li welatê xwe qebûl dikin. Beriya niha me dîmenek li ser tora medya civakî temaşe kiriye ku çawa madeyên ku tenduristiya mirovan xerab dike di nava kel û pelên dewleta tirk de hene. Armanca Erdogan ew e ku gelên Sûriyeyê hîn zêde bide qetilkirin. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû netew yek in û em ê di bin siya demokrasiyê de bijîn. Em ê êdî zirarê negihînin zarokên welatê xwe bi kel û pelên dewleta tirk.”