Jinên Ereb: Em ê li dijî zihniyeta desthiladar têkoşîna xwe mezin bikin 2019-11-05 09:03:07   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Endam û Rêveberiyên Mala Jinê ya Kantona Şehbayê di derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin meşandin axivîn û gotin: “Em ê li dijî zihniyeta desthiladar tekoşîna xwe mezin bikin. Axa me rûmeta me ye.”   Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê bi hinceta xilaskirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 'terorîstan' êrîşî gelê sivîl dikin û kiryarên dijmirovatî li ser wan dimeşînin. Lê terorist ew in. Jinan hedef digirin ji ber ku dixwazin civakê bi rêya jinan hilweşînin, lê jina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana xwe dagirkeriya Erdogan têk birin. Di derbarê vê yekê de Rêveberî û endamên mala jinê ya Kantona Şehbayê yên Ereb nêrînên xwe bi me re parve kirin.   ‘Rûmeta me erdê me ye’   Ji Rêveberiya Mala Jinê ya Şehbayê Rifet Ibrehîm El Ehmed tundî û îşkenceyên ku dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser gelê Sûriyeyê dimeşînin şermezar kir û got: “Em weke jinên Sûriyeyê li dijî tundiyê û îşkenceyê ne û dagirkeriya ku ser gel dimeşînin napejirînin. Bi rêya DAIŞ’ê xwestin gel tune bikin zarok jin qetil kirin, mal talan kirin lê dîsa bi berxwedana gel nikarîbûn. Ji vê yekê têr nebûn berê xwe dan herêmêm gelê kurd di destpêkê Efrîn îro jî Serêkanî û Girêsipî û bi çekên qedexekirî êrîşî zarokan dikin. Bi rêya qetilkirina jinan berxwedana gel nikarin bişkînin. Rûmeta me erdê me ye. Em ji bo azadî û mafê xwe şer dikin.”   ‘Hêza me têra me dike em axa xwe biparêzin’   Endama Mala Jinê Hêvîn Muhemed jî helwesta xwe li hember êrîşan wiha anî ziman: “Erdogan erdê me dagir dike.  Em naxwazin dagirkeriya tirk di erdê me de bimîne. Bila ew derkeve em ê bi xwe parastina xwe bikin. Hêza me têr dike ku em axa xwe biparêzin.”   ‘Em ê li dijî zihniyeta desthiladar têbikoşin’   Cûmane Ehmed jî da zanîn ku ew tu carî kesekî din li ser axa xwe naxwazin û wiha domand: “Em li dijî dagirkeriya dewleta tirk a ku axa me talan dike ne. Ew nikare erdê me talan bike, di bin navê îslametiyê de cilên reş li ser jinan ferz dikin û nahêlin ew ji deriyê malê derkevin. Jin weke kole ji xwe re didîtin û kirayrên dijmirovatî li ser wan dimeşandin. Piştî Şehba ji kiryarên wan rizgar bû, vê carê jî  berê xwe dan Efrîn û Rojhilatê Firatê. Em ê li dijî vê zihniyetê têbikoşin, em destûrê nadin qirêjiya xwe carek din ser axa me dubare bikin. Divê dewletên navneteweyî jî vê dagirkeriyê bibînin û li dijî vê yekê bisekinin.”