‘Jiyan û mirina min dê li Til Temirê be’ 2019-11-05 09:02:07   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Ji jinên asuriyên tu carî dev ji Til Temirê bernedane Xena Yunan got: “Min li Til Temirê çavên xwe li jiyanê vekiriye. 85 sal in ji xêr û bereketa wê têr nebûme. Ez ê di rojên teng de jî biparêzim û heta mirinê lê xwedî derkevim.”   Asurî yek ji gelên qedîm ê Mezopotamyayê ne. Asuriyên ji komkujiya Osmaniyan rizgar bûne li gundên herêma Xabûr a dikeve aliyê bajaroka Til Temir a kantona Hesekê bi cîh bûne û Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî li vir bi hev re dijîn. Piştî Osmaniyan rejîmê û salên derbasbûyî  çeteyên DAIŞ’ê jî tiştên nemayî bi serê wan anîn. Hem di komkujiyan re derbas kirin, hem jî yên mayî koçber kirin. Bi paqijbûna herêmê ji destên çeteyên DAIŞ’ê re careke din welatiyên ji pêkhateyên cuda hatin li ser axa xwe ji nû ve bi pergala rêveberiya xweser jiyana xwe dewam kirin. Ev du meh in carek din êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ser herêmê berdewam e. Berî du rojan jinek Ereb li nava kolanê kuştin û zaroka wê ya şeş mehî sêwî ma. Hîna jî êrîş li ser gundewarên herêmê berdewam e. Ji jinên Asuriyên xwediyê çanda berxwedanê û bi sekna xwe ya serhildêr tên zanîn, tu carî serî li ber deshilatan nedanîne car din li qada xwe parastinê dikin û destûrê nadin ku axa wan bê desteserkirin. Xena Yunan a 85 salî diyar kir ku ew zaroka Til Temirê ye û tu carî nefikiriye cihê xwe berde.   ‘Kolanên Til Temirê ji bo min her tişt e’   Ji jinên di rûyê wan de hêrsa tolhildanê xwiya dike Xena Yunan a asuriya ji malbatek mezin niha tenê tevî kurek xwe li taxa Ş. Nebîl a Til Temirê dijî serboriya xwe wiha rave kir: “Em di kîjan komkujiyan re derbas bûn û çawan hatine Til Temirê bi cîh bûne pir nizanim. Zarokatiya min li vê derê derbas bûye. Hê pêvajoyên dibistanê li bîra min e, ez xwendekarek gelek serkeftî bûm. Hemû salên xwendinê bi belgeyên serkeftî dihatim malê, vê yekê kêfxweşiyek mezin dida malbata min. Ji ber van serkeftinên min, ez di nava malê de delal û gotina min derbasdar bû. Li gel vê jî bi kevneşopiyên civakî hatim zewicandin. Bi mêrekî berê min qet dedîtibû dan zewicandin. Bi demê re zarokên me mezin bûn û malabata me berfireh bû. Bi êrîşan, komkujî û koçberiyan  re her yek bi aliyekê ve çûn. Niha ez û kurê xwe tenê li şûna waran mane. Ez ê heta nefesa xwe ya dawiyê li nava kolanên Til Temir ên ku zarokatiya min lê derbas bûye bimînim.”   Xenayê her roj li ber deriyê xwe tevî cîranên xwe rûdinê û mijarên civakî tevî rewşa heyî û êrîşên dewleta tirk a li ser xaka Sûriyeyê nîqaş dikin. Xenayê bi lêv kir ku yên di salên 1915 û 2015’an de ermenî, asurî û suryanî di komkujiyan re derbaskirin îro jî êrîşên nijadkujiyê berdewam dikin û wiha pê de çû: “Ma em ê komkujiya Ermeniyan a 1915’an û Asuriyên ku di 2015’an de hatin revandin û qetilkirin ji bîr bikin? Dewleta tirk dixwaze dawî li koka me bîne, li ser xwîna gelan hesaban dikin. Em li hemberî lîstokên wan ên nijadkujiyê şiyar in û em ê destûrê nedin li ser axa me xeyalên xwe pêk bînin.”   'Jiyan û mirina min dê li Til Temirê be'   Xenayê diyar kir ku ew li Til Temirê hatiye dinê, tevahî jiyana wê li vê derê bûye û ger mirin be bila bi rûmet li ser axa wê be û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez li Til Temirê hatim cîhanê û ev 85 sal in ez li vir dijîm. Bi xweşî û nexweşî min jiyana xwe derbas kir, lê kêliyekê jî nefikirîm ku dest ji Til Temirê berdim û derkevim. Dema çeteyan jî êrîş kirin ez derneketim, ji bo parastina xwe û malbata xwe em ketin avahiyên ku jêrzemînên wan hebûn. Li ser vê axê min çavên xwe li jiyanê vekir û jiya, ger mirinek hebe bila bi rûmet û li ser axa min be.”