ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-11-05 09:00:00   * Ji jinên asuriyên tu carî dev ji Til Temirê bernedane Xena Yunan got: “Min li Til Temirê çavên xwe li jiyanê vekiriye. 85 sal in ji xêr û bereketa wê têr nebûme. Ez ê di rojên teng de jî biparêzim û heta mirinê lê xwedî derkevim.” DÎMEN HEYE   *Endam û Rêveberiyên Mala Jinê ya Kantona Şehbayê di derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin meşandin axivîn û gotin: “Em ê li dijî zihniyeta desthiladar tekoşîna xwe mezin bikin. Axa me rûmeta me ye.” Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê bi hinceta xilaskirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 'terorîstan' êrîşî gelê sivîl dikin û kiryarên dijmirovatî li ser wan dimeşînin. Lê terorist ew in. Jinan hedef digirin ji ber ku dixwazin civakê bi rêya jinan hilweşînin, lê jina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana xwe dagirkeriya Erdogan têk birin. Di derbarê vê yekê de Rêveberî û endamên mala jinê ya Kantona Şehbayê yên Ereb nêrînên xwe bi me re parve kirin. DÎMEN HEYE   *Endamên Komîteya Jin Rojava Diparêzin diyar kirin ku êrîşên atrêşa tirk a li dijî nirx û deskeftinên Şoreşa Jinê ye û gotin: “Em ê bi hevgirtina jinan şoreşa jinê biparêzin.”DÎMEN HEYE   *Rêveberên Komîteya Çalakiyan ên Qamişlo ji bo boykotkirina malên tirkan gotin; "Hêviya me ji gel û bazirganên welatê me ew e ku êdî nema têkiliyê bi kirîn û firotina kel û pelên dewleta tirk bikin, ji ber ku bi wan pereyên me fîşekan dikirin û zarokan didin qetilkirin.” DÎMEN HEYE   *Jinên Êzîdî yên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê neçarî koçberiyê bûn û niha li Hesekê dimînin gotin “Erdogan dixwaze gelên li herêmê hîn zêde qir bike.”DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu derbarê tayînkirina qeyûm de axivî û got ku bi tayînkirina qeyûmana lawazbûna îktîdara AKP'ê ye û wiha got: “Li Rojava bi êrîşên ku dan dan destpêkirin re kurdan qetil dikin û li vir jî bi tayînkirina qeyûman re jî vîna wan desteser dikin. Ev êrîş li dijî li dijî destkeftiyên jinan û vîna Gelê Kurd hat kirin.”BI DÎMEN   *Tulay Hatîmogullari ya HDP’î şerê ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û sedema aloziya li welat wek ‘hewldana rejîmê ya xwe li ser piyan bigire’ nirxand û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê, desthilatdariyeke dijminê jin, nûneriya jinê ya di siyasetê de, de ye. Ev civak qet bi desthilatdariya AKP’ê re li hev nekiriye û wê neke jî.”BI DÎMEN   *Dildara Weqfa Piştevaniya Jinan Dr. Ceren Akçabay û Huriye Karabacak yên di ekîba ‘Lêkolîna nefeqeya xizaniyê’ de cih digirin diyar kirin ku tu rastiya îdiayên der barê mijara nefeqeyê de, tune û gotin pirsgirêka esas ev e ku jin nikarin xwe bigihînin nefeqeya xwe û li pişt bûyerên destberdanê yên dibin sedema nefeqeyê şîdetek cidî heye.BI DÎMEN   *Hevşaredara Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurt diyar kir ku bi daxwazên jin û gel plana stratejiya 5 salan derxistine û got: “Li dijî kesên ku xebatên jinan wêran kirine em li ser peywirê ne.”BI DÎMEN   *