ÎHD'ê rapora xwe ya derbarê qeyûm û binpêkirina mafan de aşkera kir 2019-11-04 16:20:26   AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di rapora xwe ya derbarê qeyûman û binpêkirina mafan de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Sepanên derveyî hiqûqê yên li ser îradeya gel, baweriya xelkê ya ji bo mafê hilbijartinê jî qedandiye.”    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û binpêkirina mafan bi sernavê “Rapora Lêkolîna Binpêkirina Li Dijî Mafê Bijartin û Hilbijartinê” ku amade kiribû li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn rapor xwend.    Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û OHAL bû amûra sepanên kêfî yên îktîdara siyasî. Hat destnîşankirin ku her çiqas OHAL rabûbe jî lê bi taybetî li bajarên herêmê dewam dike û hin şert û qedexeyên ji OHAL’ê hişktir dewam dikin û mudaxeleyan pêk tînin.    Di raporê de hat ragihandin ku ku di sepanên OHAL’ê de bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyê DBP’ê dest pê kir û wê demê jî mafê bijartin û hilbijartinê tune hat hesibandin û hat binpêkirin.    'Hevşaredarên berê hîna nehatine berdan'    Bi raporê re hat aşkerakirin ku  di serdema beriya niha de ji 102 şaredariyên DBP’ê qeyûm tayînî ser 93 şaredariyan kirin û 65 hevşaredar hatin girtin û hin hevşaredar hêj girtî ne. Zeytûn bi bîr xist ku di hilbijartina 31’ê Adarê de namzetên ku îxrackirîbûn mazbatayên wan nedan wan û di şûna wan de namzetên partiyên din hatin bicihkirin.    'Armanc hedefgirtina nasnameya jinan e'   Di dirêjiya raporê de hat ragihandin ku  hevşaredarên 3 jê şaredariyên mezin, bajarek û 11 navçe bi sûcdariyên cuda ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û heta niha 13 hevşaredar hatine girtin. Di raporê de hat diyarkirin ku tayînkirina qeyûman di heman demê de armanca li dijî nasnameya jinan a di siyaset û rêveberiyên xwecihî de ye û hat gotin bi awayek li dijî hiqûqê şaredarî bi navendên îdareyê ve hatin girêdan.    'Bawerî nema ye'   Rapor bi van gotinan hat bidawîkirin yek ji pirsgirêkên girîng ên Tirkiyê pirsgirêka kurd e û ev tişt hat gotin: “Pirsgirêka kurd tenê dikare bi rêya diyalog û aştiyane were çareserkirin. Her wiha van sepanên derveyî hiqûqê yên li ser îradeya gel, baweriya xelkê ya ji bo mafê hilbijartinê jî qedandiye.”