Jinên Silêmanî bi duruşma ‘Ji berhemên Tirkiyeyê re na’ piştgirî dan Rojava 2019-11-04 15:43:47   Evîn Gelaleyî   SILÊMANÎ - Jinên Silêmanî yên tevli  xwepêşandana bi duruşmeya, "Leşkerên Tirkiye bila ji axa me derkevin" û "Ji berhemên Tirkiyeyê  re na" piştgirî dan rojavayê Kurdistanê û daxaz ji hemwelatiyên Kurdistanê kirin ku kel û pelên Tirkiye boykot bikin.   Îro xwepêşandaneke ku tevahî şêniyên Silêmanî û bi hezaran Jin tevli bûn ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.  Di xwepêşandana ku hat kirin de duruşmên,  "Leşkerên Tirkiye bila ji axa me derkevin" û "Ji berhemên tirkî re na" hatin berzkirin. Çalakvanên ku tevli xwepêşandanê bûn di heman demê de daxaz ji hemwelatiyên Kurdistanê kirin ku kel û pelên tirkiye boykot bikin û nestînin. Jinên ku tevli xwepêşandanê bûn nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin.   ‘Em piştgiriyê didin Rojava’   Gelawêj Hesen ku yek ji jinên tevli xwepêşandana li Silêmanî hat lidarxistin e dibêje: “Ji zaroktiyê ji bo azadiya neteweyî ya kurd têkoşînê didim, niha jî li dijî dagirirkirina Tirkiye ya li ser rojavayê Kurdistanê em di çalakiyê de ne û piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar dikin.”   ‘Kirîna her kel û pelek yê Tirkiye guleyek li ser sînga şervanan e’   Parlamentera Tevgera Goran Peyam Ehmed jî balê dikişîne ser hemwelatiyên başurê Kurdistanê ku piştgirî didin berxwedana Rojava û şervanan. Dewleta tirk û Erdogan bi hemû hêza xwe êrîşî rojavayê Kurdistanê dike, bangawaziya me ji hemu hemwelatiyan re ew e ku kel û pelên Tirkiye bokot bikin, ji ber ku kirîna her kel û pelek ê Tirkiye fîşekeke li ser singa şervanan e.”   ‘Şervan û berxwedana Rojava taca serê me ne’   Behre Tariq dibêje: “Şervan û berxwedana Rojava taca serê me ne, di encamê de ev xwepêşandana gelek giring e ji ber ku em ê nişanî hemû cîhanê bidin ku Rojava ne bi tenê ye. Di be ku em ne di nava şer de bin lê bi bokotkirina kel û pelên Tirkieyyê jî be em dixwazin pştgiriyê bidin Rojava û li dijî dagirkerê helwesta xwe diyar bikin.”    Çlure Herdîş jî ev tişt got: “Pêwsite bi boykotkirina kel û pelên Tirkiye em piştgiriya xwe nîşanî Rojava bidin û bêjin  em jî li gel we ne.”   ‘Divê kurd li dijî van êrîşan bêdeng nemînin’   Gulale Sedîq jî dibêje: “Pêwîste kurd li her cihekê yê cîhanê dengê xwe bilind bikin, li dijî êrîşan bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin Rojava. Ji bo min cihê serfiraziyê ye ku ez di vê xwepêşnadanê de amade me. Em ne xwedî çekên bi hêz û debabe ne,  çeka me ew e ku em aboriya Tirkiyeyê têk bibin û kel û pelên baykot bikin.”    ‘Wê Kurdistan bibe goristana wab’   Dilsoz Zengene rêveberê rêxsitina Dabîne jî vê peyamê dide û dibêje: " Divê her çar parçeyên Kurdistanê ku derkevin kolanan û piştgiriyê bidin şoreşa Rojava, ji ber ku leşkerên tirk bi awayê dirinde êîrîşî Rojava dikin,  zarok û jinan qetil dikin. Armanca dewleta tirk ew e ku Gele Kurd tune bike, lê belê ev tim xwna wan be û Kurdistan ji wan re bibe goristan.  ”