Yekîtiya Jinên Kurdistan salvegera damezrandina xwe diyarî Rojava kir 2019-11-04 15:22:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Kurdistan 30'emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê hat destnîşankirin. Her wiha pîrozbahî diyarî Rojavayê Kurdistanê hate kirin.   Yekîtiya Jinên Kurdistan îro li avahiya xwe ya li Silêmaniyê salvegera 30'emîn a damezrandina xwe pîroz kir.   Tevî endam û rêveberên Yekîtiya Jinên Kurdistan, jinên her çar perçeyên Kurdistanê, nûnerên KNK’ê, Kongra Star û Heyva Sor a Kurd jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Tekildarî pîrozbahiya salvegera Yekitiya Jinên Kurdistan endama Yekitiya Jinên Kurdistan Telar Letîf ji Rojnews re axivî.   Telar diyar kir ku ew vê rojê diyarî şehîdên Rojavayê Kurdistanê dikin û wiha got; “Îro 30'emîn salvegera Yekîtiya Jinên Kurdistanê ye. Di vê rojê de em hem ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina Yekîtiya jinan, hem jî ji bo piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî ji bo piştgiriya jin û zarokên Rojavayê Kurdistanê kom bûne. Em vê rojê diyarî şehîdên Rojavayê Kurdistanê dikin.” Telar Letîf da zanîn ku wan ji bo Rojava alîkarî kom kirine wê radestî Heyva Sor a Kurd bikin da ku derbasî Rojava bê kirin û got; “Jinên Rojava bi berxwedan û pêşengiya xwe ji bo hemû jinan bûne mînak.  Em ê jî bi her awayî piştgiriya Rojava bikin. Ji bo ku êrîşên li ser Rojava rawestin emê zextan li parlementoya Iraqê û parlementoya herêma Kurdistanê bikin.”     Yekitiya Jinên Kurdistan sala 1989’an li çiya hate damezrandin. 1991’an piştî raperînê jî derbasî bajêr bû û li bajêr bi rêka ragihandin, kovar û rojnameyan xebatên xwe berfirehtir kir. Di pergela kar û xebata Yekîtiya Jinên Kurdistanê de beşên civakî, tenduristî, ragihandin, yasa, komaletî û hwd, heye. Herwiha bi Rojnameya Jiyanewe û kovara Tewar xebatên xwe yên weşangeriyê dimeşînin. Rojnameya Jiyanewe heftê carekê, Kovara Tewar jî 3 heyvan carekê derdikeve.