'Em ê serî li dijî zext û tundiyê netewînin' 2019-11-04 15:14:34   WAN - Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî di civîna Meclîsa Şaredariyê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî zext û tundiyê serê xwe netewînin û dê berxwedana jinan di meha mijdarê de mezin bikin û got: “Em ê bibin kevir û xwe bixin ber diranên çerxê ku me tune nehesibîne.”    Şaredariya Qelqeliya Wanê civîna Meclîsa xwe ya meha mijdarê li dar xist. Hevşaredara Qelqeliyê DÎlan Orencî di civînê de axivî û bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got carek din hiqûq û demokrasî tune hat hesibandin.     Dîlan bal kişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê û got: “Em ê serî li dijî zext û tundiyê netewînin. Tevî hemû hewldanên zext û qutifandinê jî em jin li çar aliyê cîhanê dibêjin ‘li her cihê tundî hebe berxwedan jî heye.’ Em li dijî tu sepan û lêferzkirinê serê xwe natewînin û berovajî vê li dijî faşîzmê piştevaniya jinan hêz ji xwe re dibînin û dengê xwe bilind dikin. Em jin xwedî wê îdiayê ne ku îradeya me ya guhertina jiyanê heye û em dikarin li her deverê gotina xwe bêjin û bên gel hev. Em dizanin dema em li dijî vê çerxa kedxwarî, ku jinan diavêje kêlekekî, keda jinan nabîne û bedena jinê wek meta dibîne derkevin û dema em bibin kevirek bikevin ber diranê vê çerxê dê ew çerx nezivire.”    Dîlan piştî axaftina xwe pêşniyaznameya xwe ji bo di 25’ê Mijdarê de li navçeyê maşîneyên civakî ji bo jinan bêpere sefere bikin pêşkêşî Meclîsê kir. Pêşniyazname bi piraniya dengan hat qebûlkirin.    Meclîsê bi rûniştinên xwe din civîna xwe domand.