Artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî gundên Serêkaniyê dikin 2019-11-02 19:06:10   HESEKÊ- Artêşa tirk û hevkarên wê bi tank û topan êrîşî gundê Serêkaniyê dikin.   Artêşa tirk û hevkarên wê bi obîs û tankan êrîşî gundê Esediyê û Babî Ferec ya girêdayîn navçeya Zirganê ya Serêkaniyê dikin.   Her wiha êrîşên artêşa tirk û hevkarên wê li ser gundê Mahmudiyê jî berdewam e.     Di van kêliyan de li van qadan şer û pevçûn giran e.