Bi wêne û dîmenan Til Temir 2019-10-31 16:18:32   HESEKÊ - Duh di hinek dezgehên çapemeniyê de nûçeyên weke navenda bajaroka Til Temir hatiye valekirin dan. Em jî daketin nava sukê û me tevgera welatiyan a li nava bajêr girt bin qeyîdên kamereyê û me xwest bi we re parve bikin.   Ji 9’ê Cotmehê heya niha Til Temir a nêzî Serêkaniyê ye jî para xwe ji topbaranê girtiye. Roj nîne êrîş ser gundên derdorê çênebin. Piraniya rojan êrîş heya navendê jî tên. Ligel hemû cure êrîşan jî welatî bi biriya rin axa xwe biparêzin. Bi pêşengiya şervanên QSD’ê berxwedanek destanî li hemberî êrîşan nîşan didin. Dayik li kêleka zarokên xwe bi çek in û xwe diparêzin.   Ji duh ve hinek nûçeyên weke Til Temir vala bûye û kes tê de nemaye hatine belavkirin. Ji gundên derdorê yên şer tê de giran dibin carinan zarokan vediguhêzin gundên dinê yên hinek  ji navenda şer dûr. Navenda bajar weke xwe ye û kes derneketine.   ‘Çend dîmen û wêneyên ji nava suka Til Temirê’   Ji roja destpêka êrîşan heta niha em jî li Til Temirê xebatên xwe yên ragihandinê dikin û hewil didin helwesta gel a parastinê nîşanî raya giştî bidin. Ev wêne û dîmenên duh û îro em ê bînin ser ekranên we, binêrin welatî li nava bajêr jiyana xwe didomînin.    Îro kamereya me li nava bazar û kolanên bajaroka Til Temir geriya, tevger û rewşa welatiyên li ber firoşgeh û dermanxaneyan girt bin qeyîdan. Welatî daketina nava sukê û da ku pêdiviyên xwe bi cih bînin.    Jixwe di wêne û dîmenan de tevgera gel tê xuyakirin.