Can Yilmaz berî Gulluyê qetil bike hatiye binçavkirin û di heman rojê de berdane 2019-10-31 11:33:42   AMED - Hat diyarkirin ku mêrê bi navê Can Yilmaz ê ku Gullu Yilmaz a bêre zewicandî li Erxeniyê qetil kir berî ku Gulluyê qetil bike li ser giliyê wê berî bi 20 rojî hatiye binçavkirin û di heman rojê de hatiye berdan.    Li navçeya Erxenyê ya Amedê Can Yilma jina pê re zewicandî Gullu Yilmaz 17'ê Cotmehê de şewitandibû. Gullu a ku bi birîdarî rakirin nexweşxaneyê piştî 12 rojan jiyana xwe ji dest da û duh hat definkirin. Gullu berî ku bê şewitandin ji ber tundiya lê dihat kirin, bi rewşa gewriya wê birîdar çûbû qereqolê û li Can Yilmaz gilî kiribû. Li ser giliyê Gulluyê Can Yilmaz hatibû binçavkirin û di heman rojê de hatibû berdan. Piştî vê bûyerê bi 20 rojî di 17'ê Cotmehê de vê carê Can Yilmaz hewlda bi rêya şewatê Gulluyê bikuje.   Gullu a ku hewlda bireve ji qatê duduyan xwe avêtibû jêr û ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê. Gullu piştî 12 rojan li nexweşxaneyê hat dermankrin ji ber birîna wê xedar bû jiyana xwe ji dest da. Zaroka Gulluyê Z.Y. a 13 salî bibû şahidê bûyerê. Z.Y. a ku xwest kuştina dayika xwe asteng bike jî birîndar bûye.   Berê îşkence kir û herî dawî jî qetil kir   Can Yilmaz ê ku piştî bûyerê ji milê xwe birîdar bû, piştî 10 rojan hat dermankirin, ji bo kontrola aqil şandin Nexweşxaneya Tendirustiya Ruh a Xerpêtê. Piştî kontrolê bersûc Can Yilmaz hat girtin û şandin girîgehê.    Xizmên Gulluyê diyar kirin ku di 6 mehên dawîn de Gullu her roj bi tundiya Can Yilmaz re rûbirû dima, berî bûyerê bi 20 rojî jî ji ber tundiya lê dihat kirin çû Muduriyeta Emniyetê ya Erxeniyê û li Can Yilmaz gilî kiribû, Muduriyetê jî piîştî ku Can Yilmaz binçav kir di heman rojê de serbest berdabû.    Gullu ya ku jiyana xwe ji dest da dayika 3 zarokên ku temenê wan di navbera 6,10 û 13 salî de diguhere ye û debara malbata xwe bi kedkariya çandiniyê dikir.