Li Kantona Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD'ê meş hat lidarxistin 2019-10-28 15:08:55   QAMIŞLO/DÊRIK - Îro li sereranserî Herêma Cizîrê bi armanca piştgiriya bi hêzên QSD'ê re, meş tên lidarxistin.    Bi armanca piştgiriya hêzên QSD'ê li Kantona Qamişloyê meş hat lidarxistin. Şêniyên bajarê Qamişlo û Dêrîkê herîkîn qadan û piştgiriya xwe Bi hêzên QSD'ê re mayinde kirin.   Qamişlo   Bi armanca piştgirtiya hêzên QSD'ê bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê daketin qadan û piştgirtiya xwe ji hêzên parastinê re mayinde kirin.   Li bajarê Qamişloyê bi pêşengtiya Meclisa Kantona Qamişlo û Kongreya Star, ji bo piştgirtiya hêzên parastinê QSD'ê bi hezaran kes tevî sazî û dezgehên civakî bûn daketin qadan û piştgiriya xwe ji hêzên parastinê re mayinde kirin.   Di meşê de pankertên bi nivîsa "QSD vîna me ye", "Ji ax û azadiya xwe paş ve gavan neavêjin", "Peymanên ku îradeya gelan esas nagire em napejirînin em qebûl nakin" hatin hildan. Meş ji çerxereya Ekaş a taxa şerqî dest pê kir û li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî hat rawestandin.   Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Menîca Heyder  ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Gelê me yê welatparêz û bi rûmet di navbera 8 salan de zarokên me yên şervan dikarîbûn li hember hemû şer û terora di dunyayê de li ber xwe bidin û welatê xwe biparêzin. Tevî hemû derfetên dijminan yên ku bi teknolojiya herî dijwar bi ser herêmên me de hatin, me dikarîbû em têkoşîneke bê hempa li hember wan bidin meşandin. Hêzên me li hember dewleta tirkiyê li ber xwe dan. Her  kes dizane ku em rastî teroreke mezin hatin, dewletên desthilatdar yên weke Tirkiyê û Rûsiyayê biryara qirkirina gelê me dane. Rêveberiya me bi hêza xwe ya siyasî û leşgerî hemû pilanên dagirkeriyê binpê kirin. Em îro bi hêza xwe bawer in. Em  ber bi serkeftinê ve diçin. Gelê ku sozdarê  pakrewanên  xwe ne, em bûn mînak û sembola têkoşînê. Di destûrê nû de jî divê em bibin pêşeroja Sûriya demokratîk û herêmên xwe ji dagirkeriya tirkiyê biparêzin."   Paşê girseya gel derbasî konê çalekiyê a li taxa Siyahî hatiye vedan bûn û bi dirûşmên "Bimire îxanet", "Faşîst Erdogan" çalekî bi dawî bû.     Dêrik   Bi sedan ji şêniyên bajarê Dêrikê meşek girseyî  ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk li dar xistin.   Ji bo piştgiriya hêzên QSD'ê bi sedan ji şêniyên bajara Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişlo daketin qadan. Meş ji qada azadî dest pê kir û li qada jina şoreşger veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hêzên Sûriya Demokratîk, berxwedêr û birîndarên berxwedana rûmetê hatibûn hildan dirûşma "QSD'ê vîna me ye" hat berzkirin.   Piştî deqekeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê partiyên siyasî Husên Remdan û ser navê Kongreya Star Sîham Davûd berxwedana hêzên Sûriya Demokratîk kirin û wiha nerînê xwe anîn zimam: "Em îro bi hemû netewên xwe ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya şervanên me û hêzên QSD'ê dijîn. Em êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin û eger ji me were xwestin em ê jî li kêleka hêzên xwe şer bikin. Heta dawiyê em ê piştgiriya wan bikin."   Xwpêşandan bi dirûşma "Bijî berxwedana QSD' ê" bi dawî bû.