Rewşa penaberan: Tevlihev e û hemû cîhanê eleqeder dike 2019-10-26 09:15:40   ÎZMÎR- Parêzera Yewnanîstanî Natasha Daîlîanî diyar kir ku bi şerê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê pirsgirêka penaberan hîn bêtir giran bibe û wiha got: “Di êrîşan de wê gelek kes bimirin. Ger Ewropa bi awayekî fêdeyê bide Tirkiyeyê , wê zêdetir penaber bên û encamek bê kontrol derkeven holê.”    Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer da destpêkirin û di operasyona ku di 17’ê cotmehê de agirbest pêk hat de, dîsa li gorî rapora NY’ê 80 hezar jê zarok 176 hezar mirov ji warên wan hatine kirin. Parêzera Yewnanî Natasha Daîlîanî ku yek ji parêzerên komeleya Leuge Ceuntre Lesvos ku li Yewnanîstanê piştgiriya hiqûqî dide penaberan, diyar kir ku pisgirêka penaberan ne tenê ya Ewropayê ya hemû cîhanê ye û got divê sedemên koçberbûnê bên lêpirsînkirin.   Natasha diyar kir ku ji niha de nikarin der barê bandora operasyona ku Tirkiyeyê daye destpêkirin, ya li ser koçberbûna penaberan, vebêjin û wiha got: “Di rewşa heyî de Ewropa jî di krîzekê de ye. Yewnanîstan jî wê di nava pêla penaberan a ji Tirkiyeyê tê de, bimîne. Der barê ku ev rewş bê sekinandin de sererastkirin tên kirin û ji bo ev li Ewropayê neyê belavkirin jî di hewldanek mezin de ne. Ji bo Yewnanîstanê jî wê encamên mezin derkevin. Der barê vê hikûmeta Yewnan hefteya borî stratejiya xwe ya nû sererastkirinên qanûnî yên nû parve kir. Yanî her qanûnên ji bo penaberan tên derxistin wê sînorkirinê bîne. Ev jî wê çûyîna ji bo Ewropayê zehmet bike.”   ‘Tirkiyeyê peymanên bi Ewropayê re kirin, pêk nanîn’   Natasha bi lêv kir ku di rewşa ku Ewropa ji bo fêdeya Tirkiyeyê bikeve vî şerî wê hîn bêtir penaber bên û encamek bê kontrol derkeve holê. Natasha wiha berdewam kir: “Di êrîşên ne adîlane yên Tirkiyeyê de wê gelek mirov jiyana xwe ji dest bibin. Dibêjin qey Tirkiye di vê helwesta xwe de gelek bi biryare. Tirkiye bi rastî jî girîngiyê nade daxwazên Ewropayê. Tirkiye dibêje qey hemû kesên li Ewropayê li alî wan in. Lê Tirkiye peymanên bi Ewropayê re kirine, pêk nayne.”   Natasha di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi taybet li cihên ku nêzî sînorin, çareseriya pisgirêkan ne pêkane. Pirsgirêk gelek tevlihev e û di esasê de pirsgirêka penaberan hemû cîhanê eleqeder dike. Ev pisgirêk, ji xizmeta ku parêzer didin derketiye êdî. Em wek parêzvanên mafên mirovan em ê têkoşînê bidin. Lê em bi biryarên li seranserê Ewropayê hatine girtin, bi riyek aştiyane parêzvaniya maf dikin.”