TJA: Ji bo destkeftiyên Sûriyeyê têkoşînê mezin bikin 2019-10-08 15:50:49   NAVEND NÛÇEYAN - TJA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û gotin: " Em bang li hemû jin, gel, çepgir û demokratan dikin ku li hemberî şerê li dijî destkeftiyên gelên Sûriyeyê bila têkoşînê geş bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de Komploya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin.   Daxuyaniya nivîskî ya TJA'yê wiha ye: "Vê komploya li ser birêz Abdullah Ocalan tê wateya şikandina azadî, aştî û yekîtiya Gelê Kurd û Gelên Rojhilata Navîn. Vê feraseta faşîst 20 sal in bi tecrîdê vê komployê didomînin. Ji sala 1999’an û vir ve komploya li ser rêzdar Abdullah Ocalan, Gelê Kurd di serî de li ser hemû Gelên Rojhilata Navîn tê kirin. Bi çalakiyên greva birçîbûnê re tecrîda ji sala 2011’an û vir ve didome, piçekî hat şikandin lê dîsa tecrîd hatiye domandin. Di hevdîtinan birêz Abdullah Ocalan de deklarasyonek hat diyarkirin a ku ji 7 xalan pêk dihat. Di vê deklarasyonê de hat diyarkirin ku krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare werin çareserkirin."   Bi komployê re kêşeyên civakî zêdetir bûn. Lê paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk ne bi tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî rê û metoda çareseriyê diyar kiriye. Divê komploya 9’ê Cotmehê û tecrîd bi dawî bibe. Li hemberî êrîşên li ser destkeftiyên Gelê Kurd, çawa em li Kobanê bûn yek, divê îro jî reflekseke neteweyî û berxwedan were nîşandan. Em bang li hemû jin, gel, çepgir û demokratan dikin ku li hemberî şerê li dijî destkeftiyên gelên Sûriyeyê bila têkoşînê geş bikin û em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin.”