Li Şehbayê Rêveberiya Xweser gefên tirkiyeyê bi daxuyaniyekê şermezar kir 2019-10-08 14:07:59   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê daxuyanî da.    Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Şehbayê gefên dewleta tirk û bêdengiya civaka navneteweyî  bi daxuyaniyekê şermezar kir. Meclisa Malbetê Şehîdan, Rêxistina Kongreya Star, Meclisa Kantona Şehbayê û  Partiya Sûriye  pêşerojê beşdar bûn. Daxuyanî  ji aliyê Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê, Zelox Reşîd  ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   Tevî ku şerê cîhanê yê sêyemîn di hundir Rojhilata Navîn de diqewime û Sûriye weke navendeke sereke ya vî şerî ye. Hemû pêkhateyên herêmê bi hev re li dijî şer dikarin bi vîneke xurt parastina ewlekariya herêmê bikin.  Ji aliyekî din dewleta tirk bi hemû hêza xwe û bi destgirtina çeteyan êrîş dike. Tirkiye dixwaze destkeftî û îradeya gel bişkîne. Dewleta tirk bi rêya dagirkirina xaka herêmên Sûriyeyê, dixwaze aloziya xwe ya hundirîn  derbas bike û ehlaqên mirovahiyê binpê bike. Li hember van hemû binpêkirinan bêdengiyeke navneteweyî heye û her kes ji terorîzma tirkiye re bê deng e.    Li ser vê esasê em hemû cîhanê hişyar dikin eger êrîş bi ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de pêk were, wê encamên ne baş derkevin pêş. Bi hezaran DAIŞ'î di zindana Rêveberiya Xweser de hene. Eger êrîşek çêbibe wê ev çete ji bin kontrolê derkevin û tu kes nikare rê li pêşiya wan bigire. Aramiya cîhanê wê di nava metirsiyê de be.   Banga  me ji hemû rêxistin û dewletên civaka navneteweyî re,  ew e ku bi erkê xwe ya qanûnî û exlaqî rabin û rê li pêşiya êrîşan bigirin. Encamên van êrîşan wê perpirsiyartiya wan jî be.    Daxuyanî bi dirûşmên "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re","Bijî yekîtiya  gelên Sûriyeyê yên berxwedêr" bi dawî bû.