Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2019-10-08 13:57:27   STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muvekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Raziye Turgut, bi boneya bi muvekilê xwe Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran û 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Abdullah Ocalan re hevditin kiribûn.   Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Abdullah Ocalan biçin hevdînê û ev 14 carin bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinê nayin dayîn.