51'emîn Nobeta Demokrasiyê li Mêrdînê pêk hat 2019-10-08 13:56:18   MÊRDÎN - Li Mêrdînê 51'emîn Nobeta Demokrasiyê li gel dorpêça polîsan hat lidarxistin û di nobetê de hat diyar kirin ku li dijî xespkirina vîna gel dê berxwedan bidome.    Di 19'ê tebaxê de ji hêla Wezareta Karê Hindûrin li dijî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajaran Nobeta Demokrasiyê hat destpêkirin. Li Mêrdinê 51 roj in nobet tê girtin. Li ber avahiya Rêxistina Mêrdînê ya bajêr pankarta 'Vîna gel naye xespkirin' hat vekirin û nobeta îro hat girtin. Wekî her roj polîsan dora girseyê dorpêç kir. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, parlamentera  HDP'ê Pero Dundar û gelek welatî tevlî nobetê bûn.    'Ne ji bo şer ji bo aştiyê li ber xwe bidin'   Di nobetê de Hevşaredar Ahmet Turk axaftinek kir û bal kişand ser xespkirina vîna gel û wiha got: "51 roj in li hemberî xespkirina vînê gel li ber xwe dide. Di 19'ê tabaxê darbeyeke siyasî pêk hat û vîna gel hat xespkirin. Lê gel û hêzên demokrasiyê li dijî vî yekî berxwedana xwe didomînin. Îro li Tirkiyeyê kaoseke mezin heye, siyaseteke demokratîk ji holê rabûye û îktîdar bi şer dixwaze xwe li ser piyê xwe bisekine."   Ahmet Turk, destnîşan kir ku li Tirkiye xwe amade dike ku êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û wiha dom kir: "Tirkiye bi polîtîkayên xelet aştî û demokrasiyê têk dibe. Lê tiştek heye ku gel her tim li dijî şêr têkoşîna aştiyê meşandi ne. Me heta îro têkoşîna demokrasiyê daye meşandin. Çi destê me hatiye me kiri ye. Gelê ne ji bo şer dê ji bo aştiyê li ber xwe bide."