Di Nobeta Demokrasiyê ya Wanê de banga aştiyê 2019-10-08 13:16:15   WAN - Di Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûman berdewam dike, bertek nîşanî amadekariyên êrîşê yên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryeyê hat nîşandan û wiha hat gotin: "Divê hemû saziyên sivîl li dijî şer aştiyê biparêzin."   Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin hat destpêkirin di roja 51'emîn de li Wanê berdewam kir. Çalakiya  ku li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê hat li darxistin de parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç , Alîkarê Serokê Partiya Mirov û Azdiyan Murat Bozdemîr, Hevserokên DHP'ê yên navçeyên Wanê, endamên meclisên şaredariyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan  têde cih girt.    'Divê hêzên demokrasiyê li dijî şer aştiyê biparêzin'   Di çalakiya ku bi çepik û dirûşman dest pê kir de Alîkarê Partiya Mirov û Azadiyan Murat Bozdemîr daxuyanîda, Murat amadekariyên êrîşê yên artêşa tirk wekî tenêtiya sedsalê ya Gelê Kurd bi nav kir û got ku divê hêzên deokrasyê li dijî şer aştiyê biparêzin.    Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir û çalakî bi dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Wê qeyûm biçe gel bimîne" bi dawî bû.