Jinên Şehbayê: Li dijî êrîşan me xeta berxwedanê hilbijartiye 2019-10-08 12:24:07   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne bi hemû pêkhateyên xwe gef û êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojhilatê Firatê şermezar kirin û gotin: "Li hember gefên dewleta Tirkiyeyê me xeta berxwedanê hilbijartiye, êdî bese ji kiryarên tirkiyê re."   Êrîşên dewleta tirk ya li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojevê de ye. Gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bertekên xwe hemberê gefên dewleta tirk nîşan dan ku wê tucarî teslîmkariyê qebûl nekin û berxwedana xwe hemberê gefan wê bidomînin. Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe gefên dewleta tirk şermezarkirin. Têkildarê vê mjarê jinên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe parvekirin.    'Li hemberê gefên tirkiyeyê xeta berxwedane me hilbijartiye'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê, Cîhan Mihemed bal kişand ser gef û êrîşên dewleta tirk û wiha got: "Tirkiyê di krîzeke aborî de derbas dibe, ji bo wê jî dixwaze êrîşî  derdorê bike. Dagirkirina Efrînê bi hevkariya dewletan pêk hat û niha jî dîsa plan nû dibe û li ser herêmên Rojhilatê Firatê tê kirin. Dewleta Tirkiyê nikarê bi rêya êrîşan Gelê Kurd tune bike. Vîna me zindî ye, em ê li hember gefan li ber xwe bidin, me xeta berxwedanê hilbijartiye."      'Dewleta Tirkiyê  êrîşê vîn û keda gelan dike'    Zekiye Ismeîl a ku ji pêkhateyên ereb e  li ser tehdîdên Tirkiyê wiha nêrîna xwe ji me re par ve kir:  "Li dijî êrîşan em amade ne bisekinin. Em hemû netew yek destin li hember dagirkeriyê. Dewleta tirk bi hinceta koçberên Sûriyeyê gefan li cîhanê dixwe. Divê vîna me li hemberê van gefan xurt be, dewlet Tirkiyê êrîşî ked û vîna gelan dike."     'Em ê bibin bersîv ji êrîşên dewleta Tirk re'   Hevseroka Meclîsa Malbetê şehîdan a Kontona Şehbayê ku ji pêkhateya Tirkmen e Fatimê Hisên axivî û got: "Weke jinek ji pêkhateyên Tirkman ez  gefên dewleta tirk şermezar dikim. Tirsa me ji gef û êrîşên Erdogan tune ye. Me li Efrînê bedelên giran dan û  em ê hîn jî bedelan bidin. Êdî bese ji kiryarên dewleta tirk re."