Meclisa Gel a Taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin 2019-10-08 12:19:48   HELEB - Meclîsa gel a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ji bo gef û êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek da.   Gef û êrîşên dewleta tirk li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Meclîsa Gel a Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê gef û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Gel a Xerbî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi dehan ji endamên Meclîsê, sazî û dezgehên civakî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa gel a taxa Şêx Meqsûd Valentîna Ebdo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Li ser navê Mecilîsa Gel a Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê em êrîşên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Bi armanca parastina yekitiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran xwîna têkoşerên azadiyê hate rijandin. Ji bo wekheviya gelan û ewlehiya herêmê, di heman demê de hêza yekemîn ku karibû li hember DAIŞ'ê bisekine zarokên vê axê bûn.Emerika bi vê helwesta xwe rê ji vegera DAIŞ'ê re vekir. Dewleta tirk niha bi artêşa xwe li ser sînor amadeye ku êrîşî gelê me bike.   Em weke Meclîsa Gel a taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê, êrîşa dewleta tirk li ser axa xwe, şermezar dikin. Çawa me li taxan li ber xwe da û em bi ser ketin, em ê êrîşa dewleta tirk jî  vala derbixin û em ê li hember her êrîşekê berxwedana xwe berdewam bikin. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku  bi erka xwe rabin û li hember van bi hev re bisekinin."