'Jinên ku şoreş avakirin û azadî bi dest xistin wê axê jî biparêzin' 2019-10-08 11:15:02   HESEKÊ - Jinên bajarê Qamişloyê û Serêkaniyê ku li dijî gefên dewleta tirk tevlî konê mertalê zindî bûn û gotin: "Jin wek her dem amadene ku carek din rola xwe di pêşengtiya şer de bilîzîn, li ser şopa Arîn û Evêsta berxwedanê bidomînin."   Jinên bajarê Serêkaniyê û Qamişloyê ku li dijî êrîşên dewleta tirk tevlî konê Mertalên Zindî ya di sînorê navbera Tirkiyê û Serêkaniyê hatî vedan bûn, bertekên xwe nîşan dan. Jinan diyar kirin ku dê têkoşîna jinan bêtir xûrt bibe û dê berxwedan bidome.   Rûdîn Îsa li dijî êrîşan tevlî çalakiya mertalên zindî bû û got: "Em gelekî her li ser piyan e, azadî xwazin. Em naxwazin şer çêbê û gel şerbeze bibê, xaka me parçe bibê. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameya me her aştî ye, loma her bangewaziyê me aramî ye. Em jî wek jin wek her dem amede ne ku carek din rola xwe di pêşengtiya şer de bilîzîn, li ser şopa Arîn û Evêsta em ê jî agirê berxwedanê bidomînin."   Têkoşîna jinan bi hevgirtina wan xurt dibe   Her wiha jina ku bi eslê xwe ereb û li bajarê Serêkaniyê dijî Fadiya Ibrahîm jî balkişand li ser gefên dewleta tirk û got: "Wek her dem carek din Erdogan dixwaze armiya li herêmê tune bike, armanca wî şer belav bike û wekheviya gelan qut bike. Em jî wek gelê Ereb em nahêlin gavekê derbasî axa me bibê, em ê canê xwe feda bikin heta serkeftinê. Em wek jin ku em zarok xwe fedayî vê axê kir hevgirtina me xurte û bi yek ruhî têkoşîna me didome."