Jinên Kobanê: Kobanê warê Kurdan e, ne warê dagirker û roviyan e 2019-10-08 11:11:12   Xezne Celal   KOBANÊ - Jinên Kobanê li dijî gefên dewleta tirk  helwestên xwe nîşan dan û gotin: "Dema ku mijar bibe dagirkirina axê, gelê Kurd her tim amede ye ku li berxwe bide. Kobanê bû gora Çeteyan wê bibe ya dewleta tirk jî."   Dewleta Tirk bi armanca êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav liv û tevgerê de ye. Li dijî gefan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyan in û bertekên xwe nîşan didin. Di vê çarçoveyê de duh şêniyên Kantona Kobanê meşeke girseyî li dar xisin. Jinan li hember gef û êrîşên dewleta tirk nêrînên xwe parve kirin.    'Kobanê bû gora DAIŞ'ê'   Helîma Osman diyar kir ku ew tu carî rê nadin dewleta tirk êrîş bike û wiha got: "Dewleta tirk a faşîst û dagirker bi destûra Rûsya û Rêjîma Sûriyeyê êrîşan û gefan li herêmên me dide xwarin. Dewleta tirk li bendê ye ku gel bitirse û ji axa xwe koç bike, lê em ê tu carî dest ji welatê xwe yê ku bi xwîna hezaran şehîd rizgar bûye, bernedin. Çawa ku Kobanê ji bo DAIŞ'ê bû goristan, wê ji dewleta tirk re jî bibe goristan."   'Kobanê warê Kurdan e, ne warê dagirker û roviyan e'   Şemsê Elî destnîşan kir ku ew amede ne li dijî êrîşên dewleta tirk li ber xwe bidin û wiha got: "Em dixwazin bi daketina xwe ya qadan diyar bikin ku em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin. Erdogan rojane herêmên me tehdîd dike, heger vê carê û kengî jî niyeta xwe hebe bila keremke. Em natirsin, şervanên me li pişt me ne û em jî li pişt şervanên xwe ne. Kobanê warê Kurdan e, ne warê dagirker û roviyan e."   'Gelê Kurd berxwedêr e'   Her wiha jina ciwan Feyrûz Mûsa jî wiha got: "Gelê Kurd berxwedêr e, ji ber vê jî tu êrîş asta berxwedana me lewaz nake. Dewleta tirk bi faşîzma xwe nikare me dûrî vê axê bike. Ji bo vê axê me bi hezaran şehîd daye, heger mijar dîsa bibe parastina welêt em amede ne ku deh caran canê xwe gorî vê axê bikin."