'Felsefeya Abdullah Ocalan bingeha jiyana me ye' 2019-10-08 10:57:25   Sara Şêx Hesen   HELEB - Bi armanca salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an li Helebê civînek hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî civînê bûne axivîn û gotin: "Heta ku Rêber Apo azad nebe, em jin azad nabin."   Bi armanca salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi pêşengtiya Meclîsa gel civîn hatin lidarxistin. Jinên tevlî vê civînê bûne nêrînên xwe parve kirin.    'Azadiya jinê bi azadiya serokatî ve girêdayiye'    Endama Komîna Şehîd Şîlan, Emel Horo li ser komployê axivî û wiha got: "Ji bo komploya navneteweyî ev demeke li Helebê civîn tên lidarxistin. Em vê komployê şermezar dikin. Rêberê me bi destê xayinan hate girtin û teslimê Tirkiyeyê hate kirin. Ev bû 21 sal Serokê me di zindanê de ye. Em hêz û moral ji Serokê xwe digirin. Azadiya jinê bi azadiya Serokatî ve girêdayiye. Jin pêşenga vê şoreşê ye, ev jî bi keda Serokatî hat vê astê. Em ê azadiya xwe mîsoger bikin û bi Rêberê xwe re azad bijîn."   'Felsefeya Abdullah Ocalan bingeha jiyana me ye'   Sîham Şêxo bi lêv kir ku ew ê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her dem li qadan bin û wiha domand: "Divê Gelê Kurd hemû bibin yek rih, ji bo em azadiya Serokê xwe mîsoger bikin. Dijmin bi zanebûn planan li ser me çêdike, em dikarin bi yekbûyina xwe van planan têk bibin. Serokatî rêya azadiyê nîşanî me daye. Divê em xwedî li keda Rêberê xwe derbikevin. Felsefeya Abdullah Ocalan bingeha jiyana me ye."   'Bi Rêberê xwe re em ê li welatekî azad bijîn'   Baharîn Mihemed bal kişand ser berxwedana gel û wiha bi dawî kir: "Em Gelê Kurd li ku derê bin dê her dem berxwedana me bidome û em ê her dem li ser piyan bin. Hêviya me ew e bi Rêberê xwe re em ê li welatekî azad bijîn. Em jin divê bixebitin ji bo vê komployê vala derbixînin."